Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-08-07 13:03:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan. Ji girtiyên din ên li Îmraliyê jî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran heman daxwaz kirin.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi muwekîlê xwe re 5 hevdîtinan kiribûn. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî bi neyînî serlêdanên parêzerên ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re nayên bersivandin.