SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir 2020-08-07 13:46:04   NAVENDA NÛÇEYAN -  Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kir ku balafirên bê mirov ên Artêşa Çekdar a Tirk (TSK) noqteyên hêzên hikumetê yên li Meret Nûmanê bi moşekan kirin hedef. SOHR'ê anî ziman ku balafirên TSK'ê li asîmanê Idlibê geriyan.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), anî ziman ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li çiyayê Zawiyê bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumetê yên li bajarê Meret Nûman kir. Agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin. Li gel firîna balafirên keşfê yên Tirkiyeyê û balafirên Rûsyayê li asîmanê Idlibê ev êriş pêk hat. Duh piştî nîvê şevê, hêzên hikumeta Sûriyê bi topan herêmên Fetîra, Kensefra, Sifûhin, Filêfil û herêmên din ên li çiyayê Zawiyê û eniyên bakurê gundewarên Laziqiyê kirin armanc.