Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin 2020-08-07 13:49:51             NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesan li Şengal û Şerfedînê, Cejna Kombûnê (Cimaya) ku yek ji cejnên girînên civaka Êzidiyan e pîroz dikin.    Civaka Êzidî yek ji civakên xwedî çanda kevnar û dewlemend e. Civaka Êzîdî tevî heta niha 73 ferman bi serê wan de hatin û bi deh hezaran hatin kuştin û koçber bûn jî dîsa çanda xwe diparêzin. Civaka Êzidî, bi hezaran salan çand, ziman û kevneşopiyên xwe parastine û heta îro anîne. Civaka Êzidî ku ji hemû civakên din cuda ye û xwedî taybetmendiyên resen ên xwe bi xweyî ye, di dîrokê de bi gelek ferman, êrîş û komkujiyan re rûbirû ma ye. Di dîrokê de serdest û zordaran çiqas hewldabin ku Êzidî ola xwe ya kevnar, çanda xwe ya resen biguherin jî, Êzdiyan bi hezaran berdêlên giranbiha dane lê dest ji çand û baweriya xwe bernedane. Êzidî li kû derê bin û bi çi zimanî baxivîn, her tim hewl dane da ku çanda xwe biparêzin û bijîn. Êzidî her sal bi pîrozbahî û şahiyên dewlemend Cejna Cimaya pîroz dike.    Cimaya, tê wateya ‘Kombûn’ ê. Dema gelek kes li hev kom dibin jêre dibêjin Cimaya. Peyv bixwe Erebî ye, bi Kurdî jî dibe kombûn. Salan e li Êzidxanê di destpêka meha Tebaxê de cejnên Cimaya tên geran û bi tevlîbûna bi hezaran kesî ev rojên Cimya tên pîrozkirin. Êzidî Cimaya weke cejin binav dikin, lewre jêre dibêjin “Cejna Cimaya”   ROJA XÊRÊ YE    Pîrozkrina Cejnên Cimaya du aliyên xwe hene. Yek; wateya Cimayê di dîrokê de û ya din Cejna Cimayê di vê serdemê de. Di vê demê de Cejna Cimayê tê pîrozkirin wek rojeka xêrê ye û her kes xêra xwe dibe li ber Mizargeha ku Cimayê lê tê pîrozkirin û belav dike. Keç û xort li ber dahol û zirneyê govendê digirin. Kesên belengaz ku di aliyê madî de derfetên wan kemin berê xwe didin cihê Cimayê lê hatî lidarxistin û xêrê ji xwe re kom dikin. Serokeşîr û kesên navdar, ji metbexa xwe dibin û xwarinê ji bo hezaran kesî amade dikin û didin xelkê. Mirov dikare bêje di roja Cimayê de hemû çînên civakê li gel hev kom dibin û her kes bi karê xwe re eleqedare. Ev cejn du rojan dewam dike. Roja yekem roja amadekariyê ye ji bo cimayê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye. Ev cejnên ku li gorî salnameya Eşayîrî (ne hekûmî) tên pîrozkirin, di despêka meha Tebaxê de pîrozbahî li Şengalê destpê dikin.   'EM HENE Û LI VIR IN'    Her Mezargeh, Qubên Êzdiyan û cihên pîroz ev cimayê ji bo wan tê çêkirin. Di serîde ji Mezargeha Şerfedîn a li Şengalê pîrozbahî destpê dike. Piştî wê jî Cimaya Êzî, Hacalî û hwd.. tên pîrozkirin. Li her mezargehekê ji van Cejna Cimayê du rojan dewam dike. Ji niha ve cejn bi vî awayî tê geran. Li gorî daneyên oldar, dîroknas û kesayetên Êzidiyan, di dîrokê de Êzidiyan li himberî dagîrkeran şer dikir, di nava şer de bûn. Hemû hewldanên serdestan ew bû ku van cihên pîroz ên Êzidiyan ji nav bibin. Lê bi berxwedan û berdêlên giran Êzdiyan ev cih hatin parastin. Wê demê wek niha bi hêsanî gel nikaribû li hev kom bibe. Lewra her Mizargehekê roja wê hatibû diyarkirin. Ji wê rojê de her kes bere xwe dide cihê Cimayê û bi wataya ku “Em hene û li vir in” pîroz dikin.   XIZMETA GORISTANAN DIKIN   Di Cejna Cimayê de mizargeh û cihên pîroz nû dikirin, derdora wê paqij dkirin. Em dikarin bêjin her du rojên Cimayê ji bo xizmeta Mizargeha dihatin veqetandin. Periyên di nava Qubê de di van rojan de dihatin nûkirin. Perî Qumaşên ji renge Kesk û Sor û Zer pêk tê û di nava Qubê de tê danînin her kesekî ziyareta mizargehê bike girêkan li wan Periyan dide û daxwazên xwe ji xwedê dike. Derdora Qubê cihekî ku bi sedemên cuda zerer dîtibe dihate sererastkirin.   HER HEFTE LI GORISTANEKÊ NE   Pîrozbahiyên Cejnê li Şengalê heya meha Cotmehê dewam dikin. Her hefte li yek ji Mizargehên Êzidiyan di roja Pênçşem û Înê de rêûrismên Cimayê tên girandin. Herî dawî wekû Cejina Cimaya Şîxadî li Lalişê tê geran û Êzidî Cejna Cimaya Şîxadî weka Heca xwe binav dikin. Ev cejn li Lalişê 7 Rojan dewam dike û di nava van 7 rojan de rêûrisên gelek dewlemend tên gêran. Piştî Cimaya Şîxadî êdî di wê salê de Cejinên Cima bi dawî dibin. Bi rasthatina Cejna Cimaya, Li Şengal û Şerfedîn ev du rojin pîrozbahî hene. Îro jî li mizargeha Şerfedîn li Şengalê bi hezaran kesî berê xwe daye mizargehan û bi hev re vê rojê pîroz dikin.