Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket 2020-08-07 20:15:50   MÊRSÎN - Çalakiya 5 girtiyên li dijî binpêkirina mafan a li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket. Îdareya girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl kir.    Di 17'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê Bişar Bîlen, Mûhammed Fatîh Bîngol, Umît Temûr, Îhsan Taşdelen û Bahattîn Çelebî li dijî binpêkirinên mafan ketibûn greva birçîbûnç Îdareya girtîgehê di 7'ê Tebaxê de daxwazên girtiyan qebûl kir. Li ser vê her 5 girtiyan jî çalakiya xwe bi dawî kir û çûn qawîşên xwe yên ber. Bîlen, îro bi rêya telefonê ragihand ku daxwazên wan hatine qebûlkirin û niha çûne qawîşa xwe ya berê û got: "Berxwedana me bi ser ket."   Birayê Bîlen Alî Bîlen, anî ziman ku li girtîgehê bi awayekî dijwar binpêkirinên mafan hebûn û got, berxwedana girtiyan bi ser ket.