HDP’ê bersiv da îdîayên ‘tacîzê’: Parçeyê konsepteke qirêje 2020-08-11 12:35:21 ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Partiyê Erhan Basût bersiv da îdîayên “tacîzê” yên derbarê 5 rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê hatin belavkirin û got: “Ev êrîş parçeyê konsepteke qirêje.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya bi îdîaya 5 rêveberên Rêxistina Partiyê ya Navçeya Cizîrê tacîzî jinekê kirin de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna hevserokên bajêr û navçeyan li avahiya partiyê hat lidarxistin. Endamê Meclîsa Partiyê (MP) Erhan Basût di daxuyaniyê de axivî û bersiv da îdîayan.    Basût, bal kişand ser îdîa û lêpirsîna derbarê 5 rêveberên wan de hatiye dest pê kirin û wiha axivî: “Di demên dawî de, bi ser Rêxistina me ya HDP’ê ya Navçeyê re, êrîşên cîdî li dijî têkoşîna gelê Cizîrê û nirxên wê hene. Berî çend rojan, li ser medya civakî, êrîşên qirêj û ji derveyî exlaqê yên weke ‘Di HDP’a Cizîrê de tecawîz’ pêk hatin. Em van îdîa û êrîşan cîdî û mûxatap nagirin. Duh nûçeya ku jina ciwan a mijara gotinê rastî tacîza 5 rêveberên li Cizîrê hatiye û dozger derbarê bûyerê de, lêpirsîna daye dest pê kirin hat weşandin. Em bi awayekê zelal û aşkere dibêjin, li dijî îstîsmara zarokan, tecawîz û tacîzên jinan, heya roja îro herî zêde me têkoşin daye û em li dijî ferastên wiha derketin û bedelên giran da ye. Ne pêkane ku em bûyerek wiha qebûl bikin.”   Basût, diyar kir ku ev hewldana komploger a di demên dawî de li dijî HDP’ê hatiye destpêkirin, parçeyê konsepteke qirêje û wiha bertek nîşan da: “Ji bo ku kesên bûne amûr û parçeyekê vê komployê û hêzên ev komplo pêş xistin re em bi aşkere dibêjin ku gelê Cizîrê heya roja îro ji rastî kiryarên ji vê xirabtir hatine. Lê tu carî dest ji nirxên xwe û têkoşîna xwe bernedaye. Êrîşên wiha wê tu carî nekarin ku gelê Cizîrê ji têkoşîna wê qût bike û gav paşve bavêje.”    'TU ELEQEYA ME BI JINA CIWAN RE TUNEYE’   Endamê PM’ê Basût, da zanîn ku di vê êrîşa dawî ya li dijî partiya me de xwestin ku jinek ciwan a cizîrî bikin amûr û wiha hirsa xwe anî ziman: “Jinan ciwan a mijara gotinê ye tu eleqe û hiqûqa wê bi me re tuneye. Ew jî mîna gelê Cizîrê bi awayekê dildarî dem bi dem patiye partiya me. Li gorî agahiyên me bi dest xistin, kesekê ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û di vî warî de pêdiviya wê bi alîkariyê heye. Em vê êrîşa qirêj a ku xwestin bi jinek ciwan a cizîrî bidin kirin, lanet û şermezar dikin. Emê vê yekê bi tu awayî qebûl nekin.”   BANG LI MALBATA JINA CIWAN KIR   Basût, bang li malbata jina ciwan a ku gilî kiribû kir û ev hişyarî kir: “Di her şert û mercê de em li gel malbatê ne. Ev êrîş wê tu carî me ji têkoşîna me dûr nexwe û em ê meşa xwe ya pêşerojek azad, wekhev û adîlane dewam bikin. Em ê her tim li vê deribin. Emê ji vir û şûnde jî li vê derê bin. Em hertim hebûn, emê her tim hebin û emê hebûna xwe dewam bikin. Rojek zû ne yek dereng wê rastiya vê bûyerê û êrîşkaran derbikeve holê. Ji bo ku rastî derbikeve holê emê rêwîtiya xwe ya bi gelê xwe re dewam bikin.”