Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest 2020-08-11 13:22:11   STENBOL - Berî danişîna endamê berê yê Meclîsa HDP’ê Bulent Ûygûner ê 262 rojin girtiye îro bê dîtin, hevjîna wî Ayşe Ûygûner beraeta wî xwest.    Danişîna doza endamê berê yê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bulent Ûygûner ê di Mijdara 2019’an de li Kocaeliyê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û girtin, dê îro li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. Hevjîna Ûygûner Ayşe Ûygûner berî danişînê li ber Edliya Stenbolê daxuyaniyek kurt da û beraeta hevjînê xwe xwest.   Ayşe Ûygûner, diyar kir ku hevjînê wê rêveberekê partiyek qanûnî bû û wiha got: “Hevjînê min ji ber faliyetên xwe yên endatiya Meclîsa Partiyê 262 rojin girtiye. Dibêjin ku di vê danişînê de wê biryar bê dayîn. Parêzerên wî jî dibêjin naveroka dosyeya wî valeye. Hevjînê min bi awayekê bi hiqûq di girtîgehê de tê girtin. Ez beraeta wî dixwazim. Ji bo Bulnet û hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwazim.”