Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne 2020-08-11 13:38:43   MERSÎN – “Nobeta Edaletê” ya ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza darizandina adîlane di rojiya mirinê de li Edliya Mersînê hatibû destpêkirin, didome.   Parêzer, bi pêşengiya parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji bo bale bikişînin ser rewşa hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne, dîsa li ber Edliya Mersînê hatin gel hev. Parêzer ji 4’ê tebaxê ve “Nobeta Edaletê” li dar dixin. Parêzeran, pankarta “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” ku wêneyên Tîmtîk û Unsal jî li ser hebû vekirin. Parêzerên daxwaz kir ku daxwazên Tîmtîk û Unsal bên bersivandin.    Li aliyê din nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên Mersînê jî piştgirî dan nobeta parêzeran.