HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye 2020-08-11 14:06:20   STENBOL - Meclîsa Giştî ya HDK'ê diyar kir ku dijminatiya îqtîdarê ya li dijî Kurdan û polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê rê li pêş hilweşîna hemû qadên civakî vedike û got: "Li dijî van polîtîkayan pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye."    Meclîsa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 9'ê tebaxê de bi rêya onlîne Civîna Meclîsa Giştî ya 5'emîn a Serdema 10’emîn pêk anî. Meclîsa HDK'ê encama civîna meclîsê bi daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir. Meclîsa HDK'ê destnîşan kir ku Vîrûsa Covît (Covid-19) bi lez û bes belav dibe û wiha got: "Şewb bi taybetî li bajarên herêmê belav dibe. dewlet bi rêbazên dezenformasyon û manipulasyonan hewl dide şewbê ji rojevê derxin.  Bêdiviyê sermayeyê li pêş pêdiviyên tenduristiya gel dibîne. Li Çanakkaleyê di 40 karkerên Zexîre ya Dardanelê de vîrûsa corona hatiye dîtin. Li gel vê yekê hilberînê berdewam dikin. Di zagona karê ya Kapitalizmê û berjewendiyên îqtîdara Qesrê de ev asayî ye.    'EM LI CEM KEDKARANIN'   Meclîsê anî ziman ku dê li aliyekî şopdarê şewba pandemiyê bin û li aliyê din mafê gel ê gîhandina heqîqetê heta dawî biparêzin û wiha got: "Meclîsa me dê hemû derfetên cemaweriyê ji bo tenduristiya gel bikar bîne têbikoşe. Em ê di nava bindest û kedkaran de torê ava bikin û piştevaniyê xurt bikin. Li dijî sermayedarên ku dixwazin qeyranê bikin firsend û mafê kedkaran xezp dikin, emê li cem kedkaran bin. Meclîsa me diyar dike ku polîtîkayên hikûmetê yên derve li ser şer hatine avakirin û dibe sedema qeyranên civakî. Em ê li dijî van politikayan li qadan bin."   Meclîsê vekirina Muzeya Ayasofya ya ji îbadetê re û helwesta Serokê Karên Dîyanetê ya bi şûr li Ayasofya nimêj kir jî rexne kir û got: "Daxuyaniya Erdogan û tevgera wî ya wekî hêzên emperyal gelek eniyên din vedike. Em bi wesîleya salvegera 3'ê Tebaxê komkujiya Êzidîyan carek din komkujiyê şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.    Koalîsyona Îktidarê dijminantiya Kurdan ji bo xwe wekî dîrekê hebûnê dibîne. Di serî de tecrîda li Îmraliyê pêş dixe, li ser hemû qadên civakê belav dike. Ev pêkanîn dijminantiya gelê Kurd e. Ev ji bo hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn dê hilweşînê bi xwe re bîne. Îqtîdarê polîtîkayên şer, her roj bi tunduyê xurttir dike. Ev bi xwe re qeyrana aborî jî kûr dike. Kedkar li aliyekî bi nexweşiyê re rû bi rû ne, li aliyê din bi xizanî û mirinê re rû bi rû ne.  Meclîsa me ya HDK'ê destnîşan dike ku li dijî hemû pirsgirêkan bibe alîkarê kedkaran û ji bo hêza cewherî pêş bixe dê hemû hêza xwe seferber bike.    Îqtidarê zagona Baroyan û Peymana Îstanbulê ji niqaşan re vekir û der barê medya înternetê de guhertinên zagonî çêkirin. Îqtîdar dixwaze vîna gel lawaz bike û bi rêya hilbijartinê hêzek nû pêş bixe.    EWIL JINAN DIKIN HEDEF    Meclîsê da zanîn ku her roji bi rûyên nû yên qatîl re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: "Li dijî kapitalizmê hêz û dengê herî bilind ji aliyê jinan ve bilind dibe. Li welatê me jin dimeşin navenda siyasetê. Ji ber vê yekê îqtîdara faşîzma AKP-MHP'ê herî zêde jinan dikin hede. Li Amedê xebatên jinan asteng dikin. Endamên Komeleya Jinan a Roza û endam û aktîvîstên TJA û SKM'ê her dem dikin hedefa xwe û wan digirin. Li pêş xwe astengiya herî mezin Tevgera Jinên Tirkiye dibîne. Li dijî îqtidara AKP'ê hêza herî mezin tevgera jinê ye.    Meclîsê çalakiya Parêzer Ebru Timtik  û Aytaç Unsal jî silav kir û piştgiriya xwe anî ziman.