Testên zêde, fîlasyon û karantîna 2020-08-12 09:03:19 AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, anî ziman ku ji tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê tên girtin hin jê, divê test, xebata fîlyasonê û ne tedawiya li malê be û got, divê kesên bi şewbê dikevin li wargehan bên karantînakirin.  Piştî pêvajoya "asayîbûnê" her diçe hejmara pêketiyên Covîd-19'ê pir zêde dibin. ev jî bi xwe re şik û guman "gelo pêla duyemîn dest pê kir" anîye. Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, destnîşan kir ku li dijî şewba Covîd-19'ê baş test nayên kirin û got, her ku hejmara etstan tê zêdekirin hejmara pêketîyan jî zêde dibe.    PÊVAJO BI AWYAEKÎ ŞEFAF NEHAT BIRÊVEBIRIN   Guzel, diyar kir ku kesên di tomografiyê de rewşa wan pozîtîf dixuyê jî divê wekî pêketiyan esas bên girtin û got: "Me ji roja roj de got divê pêvajo bi awayekî zelal bê birêvebirin û hejmara bi awayekî rast bên aşkerekirin. Mixabin ji detspêkê ve hejmar kêm hat dayîn. Mesela, tenê ne kesên testa wan pozîtîf dertê, divê kesên ku tomografiya wan jî pozîtîf dixuyê wekî pêketiayn esas bên girtin. Divê hem nexweşên tomografiya wan pozîtîf dertê hem jî enxweşên testên wan pozîtîf dertên esas bên girtin û hejmar li gor wê bêd ayîn. Lê belê niha li Tirkiyeyê tenê hejmara kesên testên wan pozîtîf dertê tê dayîn." Ev bi xwe jî kêm tê dayîn."    DANE NERAST IN    Guzl, anî iman ku tabloya rojane ya ku Wezareta Tenduristiyê parve dike ne tam rast e û got: "Tê gotin li Amedê rojane hejmara testên ku pozîtîf dertê 300, li rihayê li dor 350 ye. Demek berê Walîyê Meletiyê daxuyaniyek da. Got, hejmara pêketiyan a rojane 100 e. Gava em tenê hejmara pêketiyên van her sê bajaran bidin ser heve, hejmara pêketiyan nîviyê ya Tirkiyeyê ye. Ma qey li bajarên din qet kes pê nakeve? Ev jî nîşan dide ku daneyên tên parvekirin nerast in."    Guzel, diyar kir ku li seranserê welêt hejmara pêketiyan pir zêde ye, lê belê ji ber ku test kêm tên kirin hejmara pêketiyan tam derneyê holê û got: "Em dibînin ku her cara ku hejmara etstan zêde dibe, hejmara pêketiyan jî zêde dibe. heya çend roj berê hejmara testan a rojane li dor 40 hezarî bû. Hejmara pêketiyan jî li dor 900 bû. Lê di rojên dawî de hejmara testên tên kirin di ser 50 hezarî re ye. Hejmarên pêketiyan jî dis er hezarî re ye. Ev jî nîşan dide ku her ku hejmara etstan zêde dibe, hejmara pêketiyan jî zêde dibe."    FÎLYASYON Û KARANTÎNA    Guzel, destnîşan kir ku li nexweşxaneyan û li beşên awarte cih nemane û got: "Divê hejmara testan bê zêdekirin û fîlyasyon zêde bibe û kesên testênw an pozîtîf dertên bên karantînakirin. Lê belê, ji ber ku ev tevdîr pêk nayên ji roja ku 'qaşo pêvajoya asayîbûnê' (1'ê Hezîranê) dest pê kiriye heya niha hejmara pêketiyan pir zêde bûye. Ne li nexweşxaneyan, ne jî li beşên awarte yên neexweşxaneyan cih nemaye. Tenduristkar ji bo nexweşekî bidin razandin, mecbûr dimînin nexweşekî din ji nexweşxaneyê derdixin. Her wiha tê gotin cardin şopandina nexweşan a lis er sedyayan dest pê kiriye."    Guzel, anî ziman ku nexweşxane nexweşan qebûl nakin û gelek nexweşan dişînin malê û got: "Piraniya nexweşan dişînin malê û dixwazin li malê tedawiya xwe bikin. Loma em dixwazin hejmara testan baş bê kirin. Divê kesên tu semptoman nîşan nadin lê belê testa wan pozîtîf e, divê bên îzolekirin."    Guzel, destnîşan kir ku di rojên pêş de dibe ku hejmara pêketiyan pir zêde bibe û got, ji ber ku niha zanîngeh hîn venebûne divê wargehên vala wekî odeyên karantînayê bên bikaranîn û got: "Dibe ku nexweşên li malê bên şopandin jî hebin, lê dibe ku ji ber van kesan ferdên din ên li alê jî pê bikevin. Bi şertê paqijiyê dikarin wargehan bikin odeyên karantînayê. Helbet a herî girîng jî divê bi rêxistinên pîşeyî re îstişare bê kirin. Lê belê gava em li polîtîkaya Wezareta Tenduristiyê dinêrin, em dibînin ku rêbaza kerîbûnê tê pêkanîn."    MA / Arjîn Dîlek Oncel