Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye 2020-08-12 09:03:20 MÊRDÎN - Di rojên dawî de li bajêr ligel zêdebûna şewba vîrûsa coronayê, herî zêde sabûna şîn hatiye tercîhkirin. Hilberînerê sabûnê Feyzî Gerehan diyar kir ku dezenfektana herî baş sabûnên xwezayî ya kizwanê ye.  Li herêmê ji 200 cûreyên zêdetir sabûnên xwezayî tên hilberîn. Sabûnên reng bi reng, bi taybetmendiyên xwe û bêhnên xwe bala her kesî dikşînê. Li herêmê ligel zêdebûna şewba vîrûsa koronayê Covîd-19'ê herî zêde sabûnên xwezayî tên tercîhkirin. Hilberînerê sabûnên xwezayî Feyzî Gerehan diyar kir ku gel ji bo ku xwe ji nexweşiya şewba vîrûsa koronayê biparêze, li şûna dezenfektanan, sabûnan tercîh dike û got, dezenfektana herî xwezayî sabûn e.    ELEQEYA JI BO SABÛNÊ    Derehan anî ziman ku pêwîst e di vê pêvajoyê de dermanên xwezayî bên bikaranîn û got: "Ez hem sabûnê çêdikim hem jî ji nebatan dermanan çêdikim. Di çêkirina sabûnan de em madeyên kimyewî bi kar naynin. Dezenfektana herî baş sabûn e. Dema dermanên pir bialkol tên bikar anîn, ev ji mirov re nebaş e. Sabûn ji bo tendûristiya mirov baştir e. Di pêvajoya pandemiyê de eleqeya ji bo sabûnan zêde bû. Dibe ku di vê pêvajoyê de tûrîst nehatibin, lê ji hêla gelê herêmê ve zêde hat tercîhkirin. Di vê pêvajoyê de ji her derî sîparîş hatin."   ‘DEZENFEKTANA HERÎ BAŞ SABÛN E’   Gerehan, diyar kir ku di civatê de ji ber ku taybetmendiyên sabûna nayên zanîn, hilbirîna wê nayê fêmkirin û got: "Di vê pêvajoyê de sabûna ku herî zêde hat tercîhkirin, sabûna kizwana bû. Sabûna ku ji cehtirê tê çêkirin ji bo tendûristiyê dermana herî baş e.Vîrûsê paqij dike. Di nav van sabûnan de zêdetirîn donê zeytûnan tê bikaranîn. Sabûna ku donê zeytûnan di nav de neyê bikaranîn tuneye. Donê zeytunê depoya dermanî ye. Civat taybetmendî û bandora zeytûnê nizane, ji ber wê jî bala wê nakişîne."    ‘TIŞTA KU DÊ ME SAX BIKE, DERMANÊN XWEZAYÎ NE’   Gerehan got: "Di salên dawî de herî zêde sabûnên ji şîrên kera tên çêkirin zêde tên firotin. Sabûna me ya herî meşhûr a tê zanîn kizwan e. Ji  bo porweşînê, ji bo çermê mirov baş e. Mirov enerjîk dike û tim û tim zindî dihêle. Di pêvajoyên wiha de divê dermanên herî xwezayî bên tercîhkirin. Ji ber ku tişta ku dê me sax bike, dermanên xwezayî ne.”   MA / Zeynep Dûrgût