30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin 2020-08-13 08:06:23   ENQERE - Polîsan duh nûçegîhana me ya MA'yê Eylem Akdag ya nûçe dişopand jî di navde 30 jinên ku ji bo parastina Peymana Îstanbul li Enqereyê çalakî li dar xistin binçav kirin, piştî îfadeyên wan girtin serbest berdan.    Polîsan duh li Enqereyê 30 jinên ku ji bo parastina Peymana Îstanbul çalakî li dar xistin u xwestin "Zincîra Jiyanê" ava bikin, binçav kirin. Polîsan nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Eylem Akdag jî binçav kiribûn. Polîsan piştî îfadeya 30 jinan girtin di saetên derengê şevê de serbest berdan. Polîsan bi hinceta li dijî xala 2911'an a li dijî polîsan derketine jin binçavkirin û piştî îfadeyên wan girtin serbest berdan. Jinên dema hatin binçavkirin û bi tundî û lêdana polisan re rû bi rû man, gotin 'Em muameleya xerab re rû bi rû mane' û îfade nedan polîsan. Piştî lêpirsînê û kontrola tenduristiyê 30 jin serbest hatin berdan. Jinên ku hatin berdan dîsa li pêş nexweşxaneyê wêne û dowîzên xwe vekerin û dirûşmeya “Peymana Stenbolê dide jiyandin" berz kirin û binçavkirin şermezar kirin.    Jinên hatin berdan wiha ne. “Parêzer Sevinç Hocaogulları, Nebiye Mertturk, Buse Uçer, Aysun Gençtanır, Zeynep Tan, Aylin Kalp, Kardelen Demir, Emel Vural, Yagmur Alaz Gulveren, Gulçin Polat, Sena Bademlî, Parêzer Arzu Kurt, Sude Sivri, Gulbahar Gunduz, Beste Uymaz, Tugba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Zelal Su Degirmenci, Deniz Keles, Îpek Arapoglu, Dicle Paşa, Derman Gulmez, Songul Kurt, Meryem Gonbe, Sibel Goktaş, Rojnameger Eylem Akdag, Fatma Kiliçarslan.”