ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-13 09:00:29 * Di ser komkujiya Dîgorê re 27 sal borîn. Di komkujiiya Dîgorê de zarok, jin, ciwan kal jî di navde 17 kes hatin qetilkirin û 200 kes jî birîndar bûn. Şahidê komkujiyê Mirza Çagdavul ku zarokek wî hat kuştin got: "Wê rojê wekî roja dojehê bû." Siyasetmedar Mahmut Alinak jî "Gelek kesên kuştî û birîndar ji piyê wan bi panzêrê ve girêdabûn û anîbûn bajêr. "  * Hevseroka Şaxa SES'ê ya Edeneyê Halîde Încî, diyar kir ku li Edeneyê rojê encama testa vîrûsa corona ya 300 kesan pozitif derdikeve û wiha got: "Li nexweşxaneyên cuda hêj dermankirina 400- 500 nexweşan didome. Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan pozîtîf derket    * Li Cizîrê Birca Belek a xwedî dîrokeke 6 hezar salî, bûye cihwarê tiryakêşan.    * Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mûşê dê bi driûşmeya "Ji bo pêşerojeke azad em bi hev re tev bigerin" li Milazgirê li hev kom bibin.   * Çanda palûteyî ku bi salan e li Colemêrgê tê kirin, hîn jî di dema giyadirûtinê û karên din de didome.    * Waniyan destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê tenê ji bo dewlemendan dixebte û gotin, tekane sedema krîza aborî û aloziyê îqtidara AKP'ê ye.    * Odeyên Endezyarên Înşaetê yên TMMOB'ê dê li hemû şaxên Tirkiyeyê bi minasebeta salvegera Erdheja 17'ê Tebaxê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Parêzerên Mêrsînê dê çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji bo Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo "Darizandina Adîl" ketine rojiya mirinê, li pêş Edliyeya Mêrsînê berd8ewam bikin. (12.30)    * Platforma Jinan a Dicle Amedê, bi boneya niqaşên li ser vekişandina Peymana Stenbolê dê li Çarrêya  Dunya kom bibin û heta Parka Rojava/Roboskî bimeşin. (17.30)