Birca Belek kirine cihwarê tiryakê 2020-08-13 09:16:15 ŞIRNEX - Li Cizîrê Birca Belek a xwedî dîrokeke 6 hezar salî, bûye cihwarê tiryakêşan.  Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Birca Belek a dîrokî ku malovaniya mîrên kurdan kiriye û bûye mijara destana Mem û Zînê, niha bûye cihwarê tiryakêşan. Ciwanên ku her şev tên hêla ku wekî zindana Mem tê zanîn, tiryakê bi kar tînin. Biroj gava mirov diçe Birca belek leqayî qûnikên cixareyan, şûşeyên pet, şûşeyên araqê tê. Her kesên tên li vira tiryakê bi kar tînin, şev nîvê şevê derdorê jî nerihet dikin û bi tu awayî mudaxileyî wan nayê kirin.    PAQIJÎ NAYÊ KIRIN    Her wiha tiryakêş hin caran bi devkî serdêran jî taciz dikin. Li her devera bajêr kamreyaên mobeseyê hene, lê belê rayedar xwe di vî warî de li nedîtinê datînin. Şêniyên navçeyê xwestin ciwan ji van tiştên xirab bên xelaskirin.