Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê 2020-08-13 09:16:53 WAN - Parêzerên li Wanê ku bal kişandin ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku ji bo darizandineke adil de di rojiya mirinê de ne, xwestin rojek berî rojekê daxwazên hevpîşeyên wan pêk bên.  Parêzer Ebrû Tîmtîk ji bo darizandineke adil 223 roj in û Ayta Unsal jî 192 roj in di rojiya mirinê de ye. Parêzerên li Wanê xwestin demildest hevpîşeyên wan bên berdan. Cîgirê Baroya Wanê Parêzer Hamza Çîftçî, anî ziman ku tekane daxwaza Tîmtîk û Unsal "darizandineke adil" e û got, ev daxwaz daxwaza hevpar a her kesî ye û mafeke herî bingehîn e. Çîftçî got: "Em jî çûn danişînê. Bi awayekî aşkere hiqûqa cezayî hat binpêkirin. Mafên wan ê parastinê hatin binpêkirin. Helbet rêgeza daraziyê jî hat binpêkirin. Hûn dizanin, hevpîşeyên me hatin berdan. Hinceteke 3 rûpelî hatibû nivîsandin. Ligel vê hincetê jî îtiraz hat kirin. Û tu tişt nema ku nehat serê wê heyetê jî. Yeko yeko sirgûnê dadgehine din hatin kirin. Niha hevpîşeyên min di asteke pir krîtîk de ne. Tenduristiya wan û jiyana wan di xetereyê de ye. Telafiya vê yekê tuneye. Tenê daxwaza mafê xwe yê bingehîn, darizanidn adil dikin. Divê Dadgehaa Bilind demildest vê dosyeyê bigire dest û vekole."    BÊHIQÛQÎTΠ   Parêzer Umît Avci jî bibîr xist ku di qanûna bingehîn û hiqûqa navneteweyî de "darizandina adil" mafê herî bingehîn ên mirovan e û got: "Tenê ne ji bo hevpîşeyên me. Dixwazî bila parêzer be, dixwazî bila rojnamevan an jî siyasetmedar be. Bi hezaran mirov bi awayî bêheq û bêhiqûqî tên binçavkirin û girtin. Ev yek hatiye serê hevpîşeyên em jî. Bi awayî bêusûl cez ali wan hat birîn. Cezayê wan jî niha li temyîzê ye. Berteka hevpîşeyên me bertekeke mafdar e. Ji bo şexsê xw doza tiştekî nakin. Ji bo mirovên ku wekî wan bi neheqiyê re rû bi rû mane helwesta xwe nîşan didin. Vê yekê jî bi canê xwe dikin. Em dixwazin rojek berî rojekê hevpîşeyên me bên berdan."    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Cahît Ertan jî, anî ziman ku ji bo Tîmtîk û Unsal têkoşîna wan a demokratîk û hiqûqî didome û got, her du hevpîşeyên wan ji bo civakê bedena xwe dane ber mirinê û li ber xwe didin. Ertan, bilêv kir ku mafê darizandinê li her derê cîhanê mafekî herî bingehîn ê mirovan e û got, mafê darizandina adil ê Timtîk û Unsal hatiye xespkirin. Ertan, destnîşan kir ku dê li her derî bibin dengê hevpîşeyên xwe û xwest dosyeya hevpîşeyên wan cardin bê vekolandin û ji nû ve bên darizandin.