Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket 2020-08-13 09:35:17 EDENE - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Edeneyê Halîde Încî, diyar kir ku li Edeneyê rojê encama testa vîrûsa corona ya 300 kesan pozitif derdikeve û wiha got: "Li nexweşxaneyên cuda hêj dermankirina 400- 500 nexweşan didome. Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan pozîtîf derket    Di hefteyên dawî de dîsa vîrûsa corona (Covît-19) li gelek bajarên Tirkiyeyê zêde zêde belav dibe. Bi taybetî li bajarên Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Edene, Enqereyê her rojê zedeyî 300 kes bi şewba vîrûsê dikevin. Têkildarî mijarê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Edeneyê Halîde Încî, li ser rewşa Edeneyê nirxandin kir. Halîde Încî, anî ziman ku li Edeneyê rojê encama testa vîrûsa corona ya 300 kesan pozitif derdikeve û wiha got: "Li nexweşxaneyên cuda hêj dermankirina 400- 500 nexweşan didome. Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan pozîtîf derket. Bi taybeti piştî 1'ê Hezîranê ku pêvajoya “Asayîbûnê" dest pê kirin, şewba vîrûsê bêtir belav bû. Her roj hêjmara nexweşan pir zêde dibe. Êdî li nexweşxaneyan cih tune. Li Edeneyê di zik hev de rojê 300 kes bi şewba vîrûsa corona dikevin. Walî daxuyanî da û diyar kir ku maske mecbûrî ye. Ev nîşan dide ku hêjmara nexweşan pir zêde bûye. Ji 1'ê Hezîranê heta niha li nexweşxaneyekê 100 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê keitine.    MA / Hamdullah Kesen