Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir 2020-08-13 09:37:15   COLEMÊRG – Li Colemêrgê polisek xwest ceza li ajokarekî bibire û li ser vê yekê bûyeke derket holê. Polisan di bûyerê de bi çekan 7 kesan binçav kir û wan bi erdê ve kişand.   Duh di saetên êvarê de li Colemêrgê, ajokerê dormîşa nav bajar Sabrî Erkaya, ji ber ku li ser jinekê li dormîşê siwar kir, polisan ew rawestand û xwest lê ceza bibirin.  Polisan Erkaya kişandin maşîneya xwe û li vir di navbera wan û Erkaya de nîqaş derket.   Di demeke kurt gelek kes li cihê bûyerê li hev kom bûn. Ji ber ku polisan xwest ajokar Erkaya binçav bin di navbera wan û girseyê de nîqaş derket. Li ser vê yekê polisan gule berî hewa dan. Welatiyên li cihê bûyerê jî bi bera bersiv dan polisan.    Polisan 7 kesan bi çekan binçav kir û wan bi erdê ve kişand.