Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin 2020-08-13 16:32:13 STENBOL – Polisan, 4 jinên ku ji bo Peymana Stenbolê li ber Rojnameya Yenî Akîtê çalakî li dar xistin binçav kirin.   Endamên Rizgariya Jinan, ji ber piştgiriya wê ya vekişandina ji Peymana Stenbolê, li ber Rojnameya Yenî Akîtê çalakî li dar xistin. Jinan li vir pankarta “Wê dijminên jinan- LGBTÎ’yan bêdeng bibin û Peymana Stenbolê pêk bê” vekirin û xwestin daxuyanî bidin. Lê polisan destûr neda û mudaxaleyî jinan kir û jinên bi navê Yildiz Îdîl, Bûrcûgul Çûbûk, Başak Yeşîlot û Seher Beytaş binçav kirin.