Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê 2020-08-15 08:19:11   EDENE - Ji bo endamê Meclîsa Partiyê û Meclîsa Ciwanên HDP'ê Ferhat  Kalkan jî di nav de 4 ciwanên bi daxwaza girtinê sewqî edliyê hatin kirin, bi bergiriya "hepsa malê" hatin cezakirin.   3 jî zarok 10 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, di serdegirtinên malan ên 7 û 8'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin, piştî li ewlekariyê îfade dan sewqî Edliya Edenê hatin kirin. Zarokên bi navê A. A., Y. Î. û S.E. û Ferhat Sezgîn, Gaffar Meşe û Muhammed Seyît Bariş ên îfade dan dozger bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Endamê Meclîsa Partiyê û Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Kalkan, Serdal Aslan, Hasan Aslan û Îbrahîm Onen, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlh a Edenê hatin kirin. Dadgehê ji bo 4 ciwanan cezayê hepsa malê da û serbest berdan.