Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe 2020-08-15 09:03:48 STENBOL - Nivîskar Aydin Engîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê "tifaqeke demokrasiyê" pir girîng e û got: "Lê belê bê hewldan û bê liv û tevger, dê tifaqeke bi vî rengî ne pêkan be."  Di 21'ê Tîrmehê de nivîskar, helbestvan, rojnamevan û hunermend jî di nav de "101 Porspî" danezanek parvekirin û bang li hêzên demokrasiyê kirin. 404 welatî pitgirî dan banga ji bo tifaqa demokrasiyê ya 101 Porsiyan. Yek ji îmzevanê danezana 101 Porspiyan rojnamevan û nivîskar Aydin Engîn, anî ziman ku piştgiriya ji bo danezanê pir girîng e.    BÊ HEWLDAN TIFAQ NE PÊKAN E   Engîn, bibîr xist ku di danezanê de ji bo "tifaqa demokrasiyê" bang kirine û got, di şert û mercine wiha de tifaqeke demokrasiyê pir girîng e. Engîn got: "Heger her tişt bi rêk û pê bûna, dê her kes li kar û barê xwe bûna. Lê niha ji bo em di rêya xwe de bimeşin em mecbûr in demokrasiyê, dewleta hiqûqê û azadiyê bi dest bixin. Lê belê bê hewldan û bê liv û tevger dê tifaq ne pêkan be."    PIŞTGIRIYA JI BO DANEZANÊ    Engîn, ji bo piştgiriya 404 weltiyî ku pişgiriya xwe ya ji bo danezana porsipiyan ragihanibûn diyar kir ku piştgiriyeke pir girîng e û got, ev piştgirî jî nîşan dide ku banga 101 Porspîyî olan daye. Engîn got: "An jê dê bibêjin 'Danezaneke Porspiyan hat weşandin û çend roja li ser hat xeberdan û qediya.' Mirov dikare bibêje ku kompozîsyona ku danezana porpiyan îmze kiriye, hemû derdorên li welêt temsîl dike."    'BI DEMOKRASIYÊ PÊKAN E'   Engîn, bal kişand ser krîza li welêt jî û got: "Tekane rêya xelasiyê bi bidestxistina demokrasî, azadiyê, azadiya rêxistinbûyînê, dewleta hiqûqê û daraza serbixwe pêkan e."    MA / Ferhat Çelik