Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan 2020-08-15 10:01:10 ENQERE - Nazan Karacabey a li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê hemşîretiyê dike, diyar kir ku xebatkarên tundirûstiyê gihan astan qedandinê. Xebatkarê tenduristiyê Husnu Yildirim jî, hişyariya “em pir westiyan û wê encamên vê yekê pir giran be” kir.     Xebatkarên tenduristiyê li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) têkoşînekê mezin didin. Ligel vê jî piştî pêvajoya asayîbûnê Tirkiyeyê, pêketiyên şewbê zêdetir bûn. Li Tirkiyeyê ji 10’ê Adara 2020’an ve her ku diçe kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin û hejmara pêketiyan zêde dibe. Di rewşa heyî de, 27 bijîşkan û 53 xebatkarên tenduristiyê ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Êdî rewş wisan bûye, xebatkarên tenduristiyê pê re nagihin ku li nexweşên bi şewbê ketine mêze bikin. Xebatkarên tenduristiyê Nazan Karacabey û Husnû Yildirim ên li Nexweşxaneya Bajêr a Anqerê dixebitin, derbarê rewşa nexweşxaneyan, nexweşan û pirsgirêkên dijîn de axivîn.   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Enqerê Nazan Karacabey a li nexweşxanê hemşîretiyê dike, diyar kir ku bi pêvajoya “Asayîbûnê” re li nexweşxaneyan kar zêde bû û wiha axivî: “Ji ber vê yekê xebatkarên tenduritiyê bi har awayî westiyane û êdî nema dikarin kar bikin.”    KARMEND KÊMIN   Karacabey, anî ziman ku serwîsên di nexweşxanê de, veguherandine serwîsên pandemiyê û wiha  got: “Li Enqerê testa 500 xebatkarên tenduristiyê polîst derket. Ji ber ku hejmar kêm, li gorî tê xwestin test nayin kirin. Ji ber pandemiyê, di qadên cuda de valetiya bijîşkan çêbû. Bi vê re, hejmara bijîşkên li nexweş cuda mêze bikin kêm bûn. Yanî di vê pêvajoyê de ji mirovan re gotin ‘Hûn bi xwe li halê xwe mêze bikin.’ Di beşa lezgîn a 112’an de jî hejmara xebatkaran kême. Ev jî dibe sedem ku xebatkarên tenduristiyê nekarin di demên xwe de xwe bigihînin nexweşên lezgîn. Divê demildest hejmara van xebatkaran bê zêdekirin.”   ‘TENÊ EM DI QADÊ DE NAXEBITIN’   Karacabey, ji bo bergirtiyên divê bên girtin, ev hişyarî kirin: “Nabe ku lijneya zanistê tenê ji bijîşkan pêk were. Kedkarên tenduristiyê yên bi pandemiyê re têdikoşin jî, divê hebin. Lazime ku di lijneyê de ji her beşê xebatkar hebin. Em jî di serê gruba bi rîsk de cih digirin, lê tenê yên di qadê de dixebitin ne em in. Divê mafê jiyana û azadiya hemû kesan bê parastin. Pêwîste ku rêxistin pîşeyî û sendîkayên heyî ji derveyî vê têkoşînê neyin hiştin. Ger ev ji vê têkoşînê cuda bên girtin, wê demê emê hemû zirarek mezin bibînin.”   DI NEXWEŞXANEYAN DE CIH NEMA   Xebatkarê tenduristiyê yê di heman nexweşxanê de dixebite Husnu Yildirim jî, dest nîşan kir ku karê xebatkarên tenduristiyê pir zêde bûye û wiha got: “Êdî xebatkar pir westiyane. Di demê pêş de wê encama vê yekê pir giran be. Di vê pêvajoyê de, kedkarên tenduristiyê pir nexweş ketin û jiyana xwe ji dest da. Sedema vê yekê jî bi awayekê zelal pêvajo pir baş bi rêve nebirine. Di dema ku gotin ‘bila her kes di malên xwe de bimînin’ de, karker dîsa xebitîn û di cihên hilberînê bergirî nehatin girtin. Di vê pêvajoyê de, divê hîn zêdetir test bên kirin. Lê kîtên nasînê yên testan bi awayekê têr ji nexweşxaneyan re nayin şandin.”   'NEXWEŞXANEYÊN HATIN GIRTIN, DIVÊ BÊN VEKIRIN’   Yıldırım, da zanîn ku divê nexweşxaneyên hatine girtin, cardin bên vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ji vir û şûnde, bi baldarî pêngav neyin avêtin, em ê pêvajoyeke hîn girantir derbas bikin. Ji bo vê, divê nexweşxaneyên hatine girtin cardin bên vekirin û formulên nû bên dîtin.   MA / Emrûllah Acar