Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin 2020-08-15 13:40:04   AMED – Zarokên birayên hev ên sûriyeyî ku 4 roj berê li navçeya Farqînê winda bûn, hatin dîtin.    Li navçeya Farqînê ya Amedê, beriya 4 rojan 2 zarokên birayên hev ên sûriyeyî  yên bi navê Hatem Haddur (10) û Vahide Haddur (12) ku li gundê Mêrgeweşê winda bûbûn, li navenda Amedê hatin dîtin. Nehat hînbûn ku her du zarok çawa derbasî Amedê bûnê lê hat diyarkirin ku her du zarok 3 rojan li Amedê parsekiyê kirine. Her du zarok jî radestî malbata xwe hatin kirin.