ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-16 09:00:02 * Di ser erheja 1999'an a Golcukê re 21 sal derbas bûn. Şahidên wê demê, anîn ziman ku dewlet bin enqazê de maye û gotin, heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt biqewime.    *  Li Edeneyê, di du mehên dawî de 3 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin, kesek hatin girtin û li 7 kesî jî cezayê "hepsa malê" hat birîn û yên din jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Her wiha di bin çavan de, polîsan li ciwanan ferz kiriye ku di der barê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de îfadeyê bidin.    * Der barê rêvebirê HDP'a Mêrsînê Alî Bîlen de, ji ber fealiyetên wî yên siyasî yên di navbera 2013-2015'an de û ji ber îfadeyên "şahidên nepen" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.   * Esnafên ku bi karê dolar û perê biyanî kar dikin bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Maliyê Berat Albayrak û Serokê AKP'ê Erdogan dan û gotin: "Eger aboriya Tirkiye hildibe çima em esnaf dadibin. Çima em êdî nikarin kar bikin."    * Hevserokên KCD û DBP'ê dê li Stenbol û Dêrsimê bi şîara “Em ê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi hêz bibin" ziyaretên xwe berdewam bikin. (10.00-13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê têkildarî zêdebûna şewba vîrûsa Covid-19 ya li Rihayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)