Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin? 2020-08-17 09:03:08 STENBOL – Jofîzîkger Erdal Şahan, diyar kir ku li Stenbolê milyonek avahiyên kevn hene û di erdhejeke pêkan de wê texrîbateke mezin pêk bê. Şahan, pirsa “Di 21 salan de çi hat kirin?” kir û ev pêşniyara “veguherîna di cih de” kir. Di 17’ê tebaxa 1999’an de erdhejeke mezin ku navenda wê Golcuk-Kocaelî bû, pêk hat. Li gorî daneyên fermî di vê erdhejê de 17 hezar û 480 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûn. Di erdhejê de 133 hezar û 683 avahî hilweşiyan û xesar gihîşt 285 hezar û 211 avahî û 42 hezar û 921 kargehan. Di demên dawîn de tê nîqaşkirin ku li hemberî erdhejeke muhtemel a Marmarayê bergiriyên pêwîst nayên girtin û ji bo kêmkirina xesarên wê amadekarî kêm tên kirin. Sedemên bingehîn ên vê yekê negirtina xizmeta endezyariyê ya avahiyên kevn e. Sedemeke din jî avakirina avahiyan a binezanî ya li ser xetên terkan e. Li gorî lêkolînên ku piştî erdheja 1999’an de hatine kirin, li Stenbolê nêzî milyonek avahiyên kevn ku etuta wan a zemînê nehatiye kirin û xizmeta endezyariyê negirtine, hene. Ji ber vê sedemê di erdhejeke muhtemel de wê xesarên gelek mezin çêbibin.    Serokê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Jeofîzîkê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endeyarên Tirk (TMMOB) Erdal Şahan û Serokê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Erdnasiyê Samî Teymûrtaş,  erdheja 17’ê tebaxê ya 1999’an bi bîr xistin û bal kişandin ser texrîbatên ku ji ber erdhejeke muhtemel pêk bên.    ‘HILBIJARTIN CIH GIRÎNG E’   Serokê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Jeofîzîkê Erdal Şahan, diyar kir ku sedemeke mezinbûna xesarên erdhejê hilbijartina cihên ji bo avahiyan e û wiha got: “Cihê tên hilbijartin heke li ser xetên terkan be û zemîna wî ne baş be, di sedema giranbûna encamên erdhejê. Sedemeke din jî avahîbûna xerab, qalîteya amûrên ku tên bikaranîn, beton û kêmasiya di pergala hesin de ne. Ji bo kêmkirina xesarê divê avahî zexm bên çêkirin. Rêya vê yekê jî di etutên zemînê de derbas dibe. Li gorî encamên ku lêkolîna ku li zemînê tê kirin divê siwêrandin bê kirin.”   ‘DIVÊ AVAHIYÊN NE ZEXM BÊN HILWEŞANDIN’   Şahan, destnîşan kir ku li gorî Lêkolînan di erdheke muhtemel de wê 50 hezar hezar avahî hilweşin û ev titş got: “Divê avahiyên ne zexm ên bitalûke bên hilweşandin û jinûve bên lêkirin. Ev jî divê bi alîkariya endezyaren jeofîzîkê bê kirin. Li şûna veguherandina bajar divê veguherandina rantê esas neyê girtin. Dîsa ji bo kêmkirina xesarê divê cihên lihevkombûn, xwedîbûn û cihên mîna wan bên avakirin. Di rewşeke berovajî de wê encaman gelek giran bin.”   DEVÊ ROBARAN XETERNAK IN   Serokê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Erdnasiyê Samî Teymûrtaş jî diyar ki ku ji ber etuta avahiyên ku beriya erdheja 1999’an haine çêkirin nehatiye kirin, di erhejeke muhtemel de gef mezin be û wiha got: “Avahiyên ku niha tên lêkirin jî heke li ser xetên terkan bin û zemîna wan bê paşguhkirin wê dîsa encam gelek giran bin. Devên robaran jî xeternak in. Li gel vê hê jî avahî tên lêkirin. Piştî erdheja beriya 21 salan bi awayekî sînor bergirî hatine girtin. Lê kêm in. “Vegûherîna bajar” ji bo “rantê” ye. Hem desthilat hem jî mutehîtên wê tenê ji bo bnerjewendiyên xwe avahiyan lêkirin. 21 sal in zemîn heman zemîn in. Em dipirsin, “Gelo di 21 salan de çi hatiye kirin?” dibe ku her kêlî erdhej çêbibe. Divê teqez xebatek bê kirin.”   RÊZNAMEYA ERDHEJÊ   Teymûrtaş, peşniyara veguherîna bajar û di cih de kir û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Pêwîstî bi qanûneke terkan heye. Qanûn dikare ji aliyê lîjneya zanistiyê ve bê amadekirin. Tenê çend qanûnên ku hevpar tên çêkirin. Xebateke ku herkes têde cih negire wê ji bo pêvajoyê nebe çareser. Ji ber vê divê cih ji hemû hevparan re bê veqetandin. Divê herkes di rêznameya nû ya erdhejê de hebe. Di rewşeke wiha de wê xesar bên kêmkirin.”   MA / Mehmet Aslan