Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê bi ser 250 hezarî ket 2020-08-17 21:30:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 233 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 22 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 22 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 233 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 250 hezar û 542 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 996.