Çopên eskerên di karantînayê de li derdorê belav bûne 2020-08-18 09:08:28 MÊRDÎN – Li Mêrdînê eskerên ji ber bi gumana şewba Covîd-19'ê li wargeheke li Taxa Îstayonê hatine karatînakirin. Lê belê ji ber ku çopên wan ên nayên berhevkirin û li derdorê belav bûne, bûye cihê fikarên mezin. Welatiyê ku ew bixwe jî di karantînayê de, ji bo berhevkirina çopên ku ji bo şêniyên taxê cihê xetereyeke mezin in, bang li rayedaran kir.    Li Mêrdînê, piştî ku hejmara eskerên ji ber gumana şewba Covîd-19'ê zêde dibin, esker Taxa Poyrazê ya navçeya Artûklûyê li wargeha xwendekarên kurd a Lîseya Anadolûyê ya ÎMKB'ê tên karantînakirin. Piştî esker li wargehê hatin karantînakirin, çopên wan ên di konteynerên çopan ên li ber wargehê de hilnayên li derdorê belawela bûn. Piştî vê şêniyên taxê telefonî Şaredariya Artûklûyê kirine, lê bel şaredariyê bervi nedaye û piştî vê hin kesan çopên heyî şewitadine. Vê carê jî ji ber agirê hat vêxistin dûman û bêhneke nexweş belav bûye. Piştî vê gilî û gazincên şêniyên taxê zêdetir bûn.    'DAVÊJIN DERDORÊ'    Welatîyê bi navê Sirri Şîmdî ku ew bi xwe jî di malê de di karantînayê de ye, diyar kir ku ji ber mala wî li ber wargehê ye, ji ber çopan nerihet bûye. Şîmdî, anî ziman ku çopên eskeran bi rojan nehatine berhevkirin û got, telefonî serşêwirmendê Şaredarê Artûklûyê kirine û şêwirmend ji wan re gotiye dê çop bên berhevkirin, lê beelê nehatine berhevkirin. Şîmdî, diyar kir ku piştî çop nehatine berhevkirin hin kesan agir berdaye wan û got, cihê ku lê ne herêma karantînayê ye û divê çop ji baxçeyên dibistanê neyên derxistin û neyên avêtin.    Şîmdî got: "Madem qorona ye, divê ev li cihekî bên komkirin û li cihekî ku kes naçê bn tunekirin. Ji gel re dibêjin hesas bin, lê ew bixwe wisa davêjin derdorê."    Şîmdî, anî ziman ku ser rê ji çopan xalî nabe  û got, diviya çopên xwe têxistina kîsikan û li derdorê nehatan belavkirin. Şîmdî got: "Em bi qoronayê ketin. Bila kesî din pê nekeve."