Turfent û Ataman der barê Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn 2020-08-18 09:17:47   WAN - Rojnamevên girtî Nedîm Turfent û Ziya Ataman li girtîgeha Tîpa T a Wanê, der barê şewba Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn. Girtiyan, anî ziman ku piştî li girtîgehan şewba Covîd-19'ê belav bûye bi xetereyê re rû bi rû mane.    Rojnamevan Nedîm Turfent û Ziya Ataman ên girtî, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, der barê şewba Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn. Rojnamevanan nêrînên girtiyên ên der barê şewbê de bi rêya nameyê şandin ajansa me.    ‘NE WIJDANÎ, EHLAQÎ Û INSANÎ YE'    28 Hîkmet Kara yê 48 salî, yek ji girtiyên rewşa wî di xetereyê de ye. Nexweşîna dil, diyabet û mîdeyê pê re heye. Heya niha 4 caran xwîn ji mîdeya wî hatiye. Kara got: "Min ji hemû saziyên têkildar e got, nexweşînên min ên kronîk hene. Lê ne cewab dan ne jî tevdîr girtin. Min xwest testa xwe bikim, lê qebûl nekirin. Ne mimkun e ku kesê di vê rewşê de nebifikar bin. Ji lewra hin weqayên pozîtîf hene hem jî tevdîr kêm in. Were 28 salan li ber xwe bide û taliyê bi vîrusê bimre! Ev nayêq ebûlkirin. Ev ne ehlaqî, ne insanî û ne jî wijdanî ye."    ‘JIYANA ME DI XETEREYÊ DE YE'    Vahdettîn Erdemcî (47) ku ew jî di koma xetereyê de ye, nexweşîna astim, KOAH û kezebê pê re heye. Erdemcî, diyar kir ku di 11'ê Tebaxê de testa wî hatiye kirin û got: "Gava li revîrê testa min kirin, midûrê girtîgehê jî li wir bû. Ji ber hejmaran oanîk bûbû. Heger testa baş bên kirin û xebatên fîlyasyonê bên kirin, dibe ku tabloyeke ecêb derkeve holê. Dev ji derfetên ji bo tedawiyê berdin, me pir dereng dibin revîrê. Jiayna me bi xeteryeke mezin re rû bi rû ye. Ji bo vê em bang li raya giştî dikin."    Sînan Kare jî nexweşîna astiê pê re ye û du meh in wî carekê rakirine nexweşxaneyê, lê belê gava wî anîne testa wî nekirine. Kare, diyar kir ku piştî vegerê 14 rojan hatiye karantînakirin û ji ber vê xwestiye bê teskirin û got: "Bijîşk dipirse. Sincirandina laşê te dipîve. Tenê ev qas. Pirspor her roj hişyar dikin. Hin kes hene tu pê dikevin lê tu smetoma nîşan nadin. Dibe ku bi vî awayî vîrûs hatibe li hundir jî elav bûbe."    Mehmet Ozçelîk (48) nexweş diyabetê ye got: "Heger tevdîrên baş bihatan girtin, dê vîrûs nehatana van dera. Niha ne em tên tedawîkirin ne jî cihê em lê ne paqin e. Nexasim jî divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û bên tedawîkirin."    ‘BERPIRSYAR RAYEDAR IN'    Abdulbakî Alp (71) ku gava endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr bû hat girtin jî di nav koam xetereyê de ye. Alp, got: "Me xwest testa me bê kirin, lê bersiv nedan. Ên testn wan pozîtf derketin hene. Tenê li sincirandina laş dinêrin. Heger tiştek bibe berpirsiyar rayedar in."