Li Colemêrgê 12 kes hatin girtin 2020-08-18 09:25:25   COLEMÊRG – Ji 13 kesên ku hatibû diyarkirin ku di çaroveya lêpirsîneke derbarê KCD’ê de hatine binçavkirin 12 jê hatin girtin.     Ji 13 kesên ku hatibû diyarkirin di çaroveya lêpirsîneke derbarê KCD’ê de li navenda Colemêrg û navçeyên wê Çelê, Şemzînan, Geverê hatibûn binçavkirin, 12 jê hatin girtin. Her dozdeh kesên hatin girtin jî şandin Girtîgeha Colemêrgê. Ji van kesan tenê Hevîdar Ertûn hat berdan.    Navê kesên hatin girtin wiha ne: Hevşaredarê Berê yê Colemêrgê Şukru Çalli, Rêvebera ÎHD’ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Omer Farûk Tekîn, Mesût Kiratli, Reşît Guneç, Mehmet Çapraz, Umît Dûman, Felem Aker, Mûsa Bor.