Li Qoserê mirina bi guman a jinekê 2020-08-18 13:43:24           MÊRDÎN – Hat angaştkirin ku li Qoserê jina bi navê Fadîle Asan ku xwestiye dev ji hevjînê xwe ber de lê ji ber ku malbata wê destûr nedaya, dawî li jiyana xwe aniye.   Di 15’ê tebaxê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, hat angaştkirin ku jina bi navê Fadîle Asan (21) dawî li jiyana xwe aniye. Hat hînbûn ku Asan a zarokeke wê ya 5 mehî heye, beriya 2 salan bi zora malbata xwe bi pismamê xwe re hatiye zewicandin. Hat hînbûn ku Asan beriya ku dawî li jiyana xwe bîne, bi malbata xwe ya di heman avahiyê de dimîne re hevdîtin kiriye û ji wan re gotiye ku dixwaze dev ji hevjînê xwe berdel ê malbata wê destûr nedayê.    Asan ku otopsiya cenazeyê wê li Nexweşxaneya Dewletê yê Mêrdînê temam bû, li Qoserê hat veşartin.