Hempîşeyên Tîmtîk û Unsal: Em naxwazin hemîşeyên xwe winda bikin 2020-08-18 16:07:56     EDENE – Li Edeneyê parêzeran, ji bo hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal bang li Wezareta Edaletê kirin.   Li Edeneyê parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ji bo bal kişandina ser rewşa hempîşeyên xwe yên girtî yên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal, li ber Edliya Edeneyê daxuyanî dan. Parêzeran, di daxuyaniyê de pankarta “Bila Edalet pêk bê. Ebrû û Aytaç bijîn” vekirin. Rêxistinên sivîl ên li bajar jî piştgiriya parêzeran kirin û tevlî daxuyaniyê bûn.     MAFÊ DARIZANDINA ADÎLANE NEMAYE   Di daxuyaniyê de parêzera endama ÇHD’ê Aysel Kaya axivî û diyar kir ku rewşa Tîmtîk û Unsal di xetereyê de ye û wiha got: “Li gel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) jî bi awayekî nehiqûqî li nexweşxaneyên ku şertê wan ji yên girtîgehê girantir tên girtin. Li Tirkiyeyê mafê darizandina adîlane bi awayekî sistematik te binpêkirin. Li Tirkiyeyê bêalîbûna darazê nemaye.”   ‘DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÎNIN’   Kaya, di berdewamê de ji BO Tîmtîk û Unsal bang li Wezareta Edaletê kir û ev tişt got: “Rewşa tenduristiyê ya hevalên me xetere ye. Em naxwazin Ebrû û Aytaç winda bikin. Heke berdana wan pêk bê, em teahûd didin ku ji bo careke din biryara girtine binirxînin israr bikin. Hûn dawî li bêhiqûqiyê bînin ku em jî karibin hempîşeyên xwe bidin jiyandin.”