ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-19 09:00:20   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, bal kişand ser daxuyaninên CHP, Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd û got, kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê Ocalan muxatab bigirin.    * Seyfettîn Demîr, bi hinceta pankarta li ser "Ciwan ber bi refên HPG'ê ve" nivîsandî hilgirtibû 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. DMME'yê ji bo cezayê ku li Demîr hatiye birîn got, "azadiya fikr û ramanê" hatiye binpêkirin.    * Servet Yenîturk ku Serokê Qulûba Belediye Vansporê ye, di sala 2018'an d eji bo alîkariya pereyî serî li Wezîrê Sporê daye. Lê belê derket holê ku Yenîturk di vê serlêdana xwe de HDP'ê sûcdar kiriye. Yenîturk, di serlêdana xwe de diyar kiriye ku ji bo AKP di hilbijartinê herêmî de bi ser bikeve, divê di warê peeyî de alîkariya wan bê kirin.    * Xwediyê eywanên dawetan diyar kirin ku ji ber eywanên wan demeke dirêj girtî mane, di mehekê de tenê de bi milyonekê xisirîne û gotin: “2 hezar û 400 xebatkar mexdûr bûn û dewletê jî tu alîkarî neda me.”    * Komeleya Elewiyan a Demokratik (DAD), dê bi minasebeta Meha Muharremê li Dersîmê Ana Fatma ziyaret bike. (10.00)    * Salek berê îro Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Mêrdîn, Wan û Amedê kir. Bi minasebeta salvegera tayînkirina qeyûman dê bi dirûşmeya “Em bi hevre li vîna xwe xwedî derdikivin" dê li pêş Şaredaiya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Hevseroka KCD'ê Leyla Güven û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayındır, dê li Stenbolê şaxên Egîtîm Sen'ê ya girêdayî KESK'ê û Platuorma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ziyaret bikin. (13.00-15.00)   * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayındır, dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê starta pêla 3'emîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratik" bidin. (19.30)