Serokê Vansporê ji bo çend qurîş pere HDP'ê sûcdar kiriye 2020-08-19 09:01:53   WAN- Servet Yenîturk ku Serokê Qulûba Belediye Vansporê ye, di sala 2018'an d eji bo alîkariya pereyî serî li Wezîrê Sporê daye. Lê belê derket holê ku Yenîturk di vê serlêdana xwe de HDP'ê sûcdar kiriye. Yenîturk, di serlêdana xwe de diyar kiriye ku ji bo AKP di hilbijartinê herêmî de bi ser bikeve, divê di warê peeyî de alîkariya wan bê kirin.    Piştî di 18'ê Kanûna 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wnaê hat kirin, rêveberiya Qulûba Belediye Vansporê jî ji peywirê hatibû girtin. Pistî vê qeyûm, Servet Yenîturk ê ku ji bo parlementeriyê gelek caran bûbû namzetê AKP'ê kiribû serokê qulûbê.  Yenîturk ku 4 sal in li ser kar e, navê qulûbê jî guherandibû, kiribû Qulûba Futbolê ya Vansporê.    Yenîturk beriya hilbijartina herêmî ya 2019'an nivîsek ji Wezîrê Sporê Mehmet Kasapoglû re şandiye û xwestiye di warê aborî de alîkariya wan bê kirin. Lê belê derket holê ku Yenîturk di serlêdana xwe de HDP'ê sûcdar kiriye û gotiye, heger di warê aborî de alîkariya qulûbê bê kirin, ji bo AKP di hilbijartina herêmî de bi ser bikeve çi ji destên wan bê ew ê bikin.    Yenîturk, di nivîsa xwe de îdia kiriye ku ciwan tên xapandin û ber bi çiyê ve tên şadin û hem li herêmê hem jî li Wanê sedema sereke ya vê yekê ew e ku HDP di hilbijartina herêmî de bi ser dikeve.