Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin 2020-08-19 09:04:51 STENBOL - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, bal kişand ser daxuyaninên CHP, Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd û got, kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê Ocalan muxatab bigirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan, rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû yên der barê pirsgirêka kurd de nirxandin. Bayindir, dest nîşan kir ku yên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, ewilî divê Ocalan muxatab bigirin.    ‘TIRKIYE TECRÎDÊ QEBÛL DIKE'    Bayindir bal kişand ser rapora CPT'yê ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de û got: "CPT, cara ewil e ku ev qasî zlal pergala tecrîdê ya Îmraliyê pênase dike. Tesptkirina tecrîda sîstematîk û berfireh a li Îmraliyê girîng e. Her wiha gava CPT der barê girtîgehên welatekî de raporekê amade dike, heya ew welat qebûl nekin, nikara rapora amade kiriye parve bike. Loma tespîta ku der barê pergala Îmraliyê de hatiye kirin, bi pesendkirina Tirkiyeyê hatiye weşandin. Ev jî tê wateya ku Tirkiye bi awayekî fermî jî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl dike."    ‘TESPÎTÊN CPT'YÊ GIRÎNG IN LÊ TÊR NAKE'    Bayindir, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke ku li tu devera cîhanê tuneye pêk tê û got: "Helbet tespîtên CPT'yê û nirxandinên wê yên der barê hikmeta Tirkiyeyê de ji bo me ne bes in. Ligel vê ji aliyê saziyeke navneteweî ve bi vî awayî nîşandana pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo me girîng e. Lê raporo xwe 16 meh şûnde xwe weşand. Heya rapor hat weşandin tecrîd kûrtir bû. Belê, tespîtine girîng hatine kirin lê belê tenê qîmanîna bi tespîtan, tê wateya ku çavgirtinê."    Her wiha Bayindir, bilêv kir ku tespîtên CPT'yê yên der barê girtîgehên din de jî kêm in û got, peywira CPT'yê tenê ne weşandina raporan e. Bayindir, anî ziman ku ji bo pirgsirêkên hatine tespîtkirin, divê ji bo liv û tevgerê welatên endamên Konseya Ewropayê hemûyan teşwîq bike.    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Bayindir, bibîr xist ku piştî di 5'ê Nîsana 2015'an de hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin qutkirin, şer giran bûye û got: "Piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatn qutkirin krîza aborî kûr bû, rewşa polîtîkaya derveyî û rewşa nebirêvebirinê, zêdebûna zext û zoriyên li ser siyaseya kur hwd. hemû rasterast têkildarî tecrîda li Îmraliyê ne. Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe, dê krîza aborî ya li Tirkiyeyê, rewşa şerê kûr bûye û zextên li ser hêzên demokrasiyê jî bi dawî nebin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, divê hêzên demokrasiyê bi awayekî hevpar tev bigerin û li ser asasên têkoşîneke hevpar bên cem hev du."    ‘DÊ HÎN ZÊDETIR VEQETIN'    Bayindir, anî ziman ku piştî ku îqtidara AKP'ê di sala 2015'an de pêvajoya çareseriyê rawestand, di pratîkên 5 salên dawî de awayekî pir aşkere xuya dike ku dê li Tirkiyeyê rejîmeke çawa bê avakirin û got, îqtidar ji bo rejîmeke yekzilamî di 5 salên dawî de polîtîkayeke êrîşkar esas girtiye. Bayindir, diyar kir ku ji ber vê polîtîkaya AKP'ê hema bibêje tevahiya kadroyên wê yên ava kir jê veqetiyane û got, di pêş de wê ev hejmar zêdetir bibe.    TU QÎMETA DAXUYANIYA WAN TUNEYE   Bayindir, desstnîşan kir ku sebeba vê jî piranî Alî Babacan û Ahmet Davûtoglû ne û got, li Tirkiyeyê partiyên ku ji salên 1990'î heya niha hatine avakirin, ji bo derkevin pêş gelo kurd ji xwe re kirine malzeme û got, Partiya Gelecek û Partiya Devayê jî ji vê pozîsyonê wêdetir neçûne. Bayindir, anî ziman ku di bernameya Partiya Deva û Partiya Gelecekê de der barê pirsgirêka kurd de peyvek jî tuneye û got: "Li bara kurdan, bi qasî serê derziyê jî qîmeta daxuyaniyên Partiya Deva û Partiya Gelecekê yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de, tuneye. Kurd, ne li gor gotinên partiyên nû, li gor bernameya xwe ya der barê pirsgirêka kurd de tev digere."    Her wiha Bayindir bibîr xist ku musebîbê şer, rûxandin û komkujiyên di sala 2015, 2016 û 2017'an li bajarên herêmê pêk hatin,  Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû ye. Bayindir got: "Hîn jî ev qewimîn wekî roja ewil di bîra gelê kurd de ye. Davûtoglû, beriya gotinên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de, ewilî divê hesabê rûxandin û komkujiyên li bajarên herêmê bide. Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan jî musebîbê xizaniya li herêmê ye ku hewl dabû gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bike. Yanî bi kurt û kurmancî, bêyî nexşerêyeke siyasî û aborî ya der barê pirsgsirêka kurd de, dê tu qîmeta wan li bara kurdan tunebe."    ‘MUXATAB OCALAN E'    Bayindir, bal kişand ser axaftina Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglû ku di kongreya partiya xwe de bal kişandibû ser pirsgirêka kurd û got: "CHP, ji sala 1989'an ve der barê pirsgirêka kurd de gelek rapor amade kirine, lê belê di hemûyan de jî wekî meseleyeke serdemî nêzî pirsgirêkê bûye. Der barê çareserkirina pirsgirêkê de pêşnîyarekê wê ya berbiçav tuneye. Gotina wî ya di kongreyê de 'Em ê pirsgirêka kurd li meclîsê çareser bikin', ji bo me tu tiştî îfade nake. Helbet nîqaşkirina pirsgirêka kurd watedar e, lê belê kesên ku pirsgirêka kurd bilêv dikin divê Birêz Ocalan muxatab bigirin."   MA/ Erdogan Alayûmat