Endamê Meclîsa HDP’ê li ewlekariyê bi malbata xwe hat tehdîtkirin 2020-08-19 10:07:11 AGIRÎ - Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP’ê Mûhammet Îlhan, ligel ku derbarê wî de tu tişt nebû jî, polîsan ew vexwendin ewlekariyê û bi malbata wî tehdît kirin.  Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûhammet Îlhan ê 22 salî, di 12’ê Tebaxê de, dema li navçeya Bazît a Agiriyê bû, polîs bi nimareyekê telefonê li wî digirin. Polîsan xwestin bi wî re hevdîtinê bikin. Îlhan, li ser vê y ekê diç Midûriyeta Polîsan a Bazîdê. Îlhan ê digihêje ber avahiya  ewlekariyê, wesayetêk sipî pêşiya wî digire û kesên jê peya dibin dixwazin wî bi zorê li wesayîtê sîwar bikin. Ji ber ku Îlhan li wesayîtê siwar nabe, dûre wî dixin avahiya Miduriyeta Polîsan. Îlhan dibin Şaxa TEM’ê û di odeyekê ji aliyê 2 polîsan ve lêpirsîna wî tê kirin.    BI MALBATÊ TEHDÎT KIRIN   Îlhan, bal kişand ser bûyera di serê wî re derbas bû û wiha qala diyaloga di navbera wî û polîsan de derbas bû, kir: “Derbarê pêşeroja min de pirs ji min kirin. Dîsa têkildarî xebatên Navenda Giştî yên HDP’ê de, pirs ji min kirin. Dûr ez bi malbata min tehdît kirim. Behsa cihê xebata bav û xwişka min kirin. Gefa ku ger axaftina me ya li vê derê derbikeve derve, ewê bandorê li karê malbata min bike, li min xwarin. Di heman demê de pirsa kampanyeya me ya ‘bikeve nava tevgerê’ ji min kirin. Ji min re gotin ‘Em dixwazin bi tere biratiyê bikin.’ Her tim HDP ne partiyeke qanûniye ferzî min kirin.”   CARA DUYEMÎN GEF LÊ XWARIN   Îlhan da zanîn ku piştî lêgerîna ne fermî ya li ewlekariyê serhet hat berdan û wiha got: “Du roj şûnde, li navenda navçeyê polîsekê din ez tehdît kirim. Kesekê ku ez tehdît kirim, ji polîsên ku li ewlekariyê îfaye min girtibû. Divê ev rewş bi dawî bibe. Êdî naxwazim kes min aciz bike.”