Hevşaredarê Wanê Avci: Me destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kir 2020-08-19 12:25:27 WAN – Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku beriya salekê qeyûmê tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku dema hatine ser şaredariyê destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kirine û got ku çiqas zilm qat bi qat bibibe wê berxwedan jî ewqas qat bi qat bibe.   Desthilata AKP’ê piştî tayînkirinên qeyûman ên sala 2016’an, di sala 2019’an de piştî hilbijartinên herêmî careke din serî li tayînkirina qeyûman da. Di vê çarçoveyê de destpêkê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin desteserkirin û cara duyemîn qeyûm tayînî şûna hevşaredarên wan hatin kirin. Di nav demê de piştî van her sê şaredariyan qeyûm tayînî 44 şaredariyên din ên HDP’ê hat kirin.    POLÎTÎKAYA QEYÛMAN NIRXAND    HDP’ê, duh derbarê tayînkirina qeyûmanan de raporeke parve kiribû û bi awayekî hûrgulî cih dabû sedem û encamên polîtîkaya qeyûman û nelirêtî û kiryarên wan. Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku beriya salekê qeyûmê tayînî şûna wî hatibû kirin, polîtîkaya qeyûman ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û bal kişand ser kiryarên wan.    ‘NE AKP DEWLETÊ XEBATÊN HILBIJARTINÊ MEŞAND’   Avci, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser atmosfera beriya hilbijartina wan û derbarê mijarê de ev tişt got: “Xebatên hilbijartinê yên hevrikên me yên AKP’î ne ji aliyê AKP’ê ve ji aliyê saziyên fermî yên dewletê ve hatin meşandin. Me di atmosfereke wiha de xebatên hilbijartinê meşand. Ev jî têr nedikir, hemû derfetên dewletê li dijî me dihatin seferberkirin û polîtîkayên kirêt dihatin meşandin. Ji ber ku li bajar bêkarî di asteke bilin de ye, bi taybetî jî sozên girtina kar a bi qadro didan ciwanan.”   ‘DIXWESTIN GEL NEÇE SER SINDOQAN’   Avci, da zanîn ku piştre li dijî wan xebatên hê kirêttir ketine dewrê û wiha got: “Tişta herî kirêt jî ev bû, ‘Vala vala deng nedin HDP’ê, heke qezenc bikin jî wê qeyûm bê tayînkirin’. Bi vî awayî dixwestin gel neçe ser sindoqan û hêviya wan bişikînin. Lê li gel vê yekê jî di Hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de  serkeftineke mezin hat bi destxistin.”   RÊVEBERIYA QEYUM MÎLYAREK Û 108 MÎLYON TL DENY HIŞT    Avci, da zanîn ku qeyûmên di sala 2016’an de hatin tayînkirin milyarek û 108 mîlyon TL deyn li paş xwe de hiştin û wiha rêz kir: “Ligel vî deynî jî, me xizmet û xebateke baş kir. Rêyên ku qeyûm çêkiribû jî, hina salek derbas nebû hemû xirab bû û nedihatin bikar anîn. Ligel van hemûyan jî me xebata xwe bi rêve bir. Çawan ku me mazbata xwe girt, me lez da xebatên xwe. Me dest pê kê perê şaredariyê dikeve berîka kî û kî dizitiya şaredariyê dike tespît kirin. Ji bo vê me agahî û belge kom kirin.  Qeyûman ne tenê şaredarî dibin deynan de hiştibûn, di heman demê de 450 kes îxraç kiribûn. Dema ku me şaredarî dewr girt, kesekê ku bi me re bixebite nemabû. Me ne dikarî em bi karmendên qeyûm bi cih kirine kar bikin. Valetiyek mezin hebû. Qeyûman li gorî dengên ji bo AKP’ê derketibûn, xizmeta taxan dikir. Bi vî awayî cudakarî dixist nava gel û taxan birêve dibirin. Di xizmetkirina wan de cihêkarî hebû. Me ev cihêkarî û cudakarî ji holê rakir û wisan dest bi xizmetê kir.”    KEPÇEYÊN BI 8 MÎLYON TL DEYN KIRIBÛN KESEKÊ NEDÎTIN   Mûstava Avci, dest nîşan kir ku di sê birîbên kesên nêzî xwe lê bi cih kirin de pêşiya dizitiyê hat vekirin û wiha bilêv kir: “Tenê di çend pênûsan de, derket holê ku nelirêtî hatiye kirin û kes nizane 4 mîlyon TL pere dikeve berîka kî. Berî ku em dest bi peywirê bikin, bi 8 milyon TL kepçe hatine kirêkirin. Lê kesekê ev kepçe neditin. Qet ne diyar bû ku ev kepçe hatine bikaranîn an jî ne hatine bikaranîn. Yanî kesekê ji me ne ev kepçe û ne jî xebata van kepçeyan dît. Me xebateke 5 salan a ku şaredarî nikare bike kir. Em bi xwe vê yekê nabêjîn, hilbijêrên AKP’ê bi xwe dibêjin.”    ‘HER KU ZILM MEZIN BIBE WÊ BERXWEDAN JÎ MEZIN BIBE’   Mustafa Avci, birî xist ku desthilatdariya AKP-MHP li ku derê kurdek hebe hewl dide boriya nefesa wê/wî bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev rewş ne tenê ji bo Tirkiyeyê derbas dare. Di heman demê de ji Başûr û Rojava jî derbas dare. Hişmendiya wan, hişmendiya ‘bila kurd dayika xwe nebînin e.’ Dixwazin ku kurd nefese negirin, kurd xwe bi rêve nebin û nebin xwedî maf û desketiyan. Ya herî girîng jî, ji bo ku kurd nebin kurd polîtîkayên herî xirab bi rêve dibin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê tu pirsgirêkên civakê çareser nebin. Pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd dinava hev dene. Gelê me wê li dijî qeyûman her dengê xwe bilind bike. Me li dijî qeyûman li ber xwe da û em ê berxwedana xwe dewam bikin.”