Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin 2020-08-19 12:54:29   COLEMÊRG - Di Gola Gûla Zuryan a navendê de cenazeyê jinekê hat dîtin. Hat zanîn cenaze aîdê jina 41 salî S.Ege ye.    Di Gola Gûla Zuryan a li Taxa Navenda Colemêrgê de, cenazeyê jinekê hat dîtin. Ekîbên polîs, AFAD, agirkuj û tenduristiyê, li ser agahî dayîn kesên derdorê, hatin cihê bûyer. Ekîbên hatin cihê bûyer cenazeyê jina 41 salî S. Ege ji nava deviyan derxistin û rakrin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.    Hat diyar kirin ku cenazeyê Ege piştî otopsiyê, wê bê definkirin.