Feraseta xwe diyar kir 2020-08-20 10:20:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, derbarê destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan a li keça ciwan Î.E. de angaşt kir ku ji ber “veşartina ser kirinên parlamenterê HDP’ê” ewqas tê rojevê.    Keça ciwan Î.E. ji ber ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû, di 16 tîrmehê de li navçeya Qubînê ya Êlihê hewl dabû dawî li  jiyana xwe bîne. Î.E. roja sêşemê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Mirina Î.E. di nav raya giştî de bû sedema bertekên mezin. Li ser van bertekên zêde çawişê tecawizkar Mûsa Orhan duh hat girtin.    BERTEKAN EW DA GIRTIN   Li gel nameya ku Î.E. li dû xwe hiştibû, bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû tespîtkirin ku destdirêjî li Î.E. hatiye kirin û malbata wê giliya wî kiribû jî Mûsa Orhan hatibû binçavkirin û piştî ku gotinên wî hatibûn girtin, hatibû berdan. Piştî ku di ser bûyerê re meheke derbas bû û Î.E. jiyana xwe ji dest da û li ser medya civakî bi sed hezaran kes bertek nîşan da Mûsa Orhan hat binçavkirin.    NE JI BÛYERÊ JI ANÎNA ROJEVÊ ACIZ BÛ   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku heta îro derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedabû, cara yekemîn axivî. Soylû, ji Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan re axivî û li şûna ku ji ber tevlîbûna çawişekî pispor a vê bûyerê aciz bibe ji ber hatina rojevê ya vê bûyer aciz bû. Soylû derbarê bûyerê de ev tişt got: “Helbet sedema bingehîn a ku bûyer ji aliyê hin derdoran ve tê rojevê, sergirtina kirinên parlamenterê HDP’ê û PKK’iyan e. Em bi qasî serê derziyê jî destûr nedin destdirêjî û tundiyê.”   HÊ NÛ DAXUYANÎ DA   Li aliyê din Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku çawişê pispor Mûsa Orhan ji peywirê hatiye dûrxistin û pêvajoya hiqûqî ya derbarê wî de didome.