Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin 2020-08-20 11:37:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kadikoyê du polîsên ku ji ber maske nedaye ber devê xwe li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin.    Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê du polîsan bi boneya ku du jinan maske nedaye ber devê xwe rawestandin û xwestin ceza li wan bibirin. Pişt re her du polîsan li jinekê da û her du jinan binçavkirin. Her du jin piştî demekê hatin berdan. Dîmenên êşkenceya polîsan li ser medya civakî hatin belavkirin û rastî bertekên mezin hat. Walîtiya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku derbarê polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û her du polîs ji wezîfeyê hatine dûrxistin.