11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn 2020-08-20 12:55:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din gelê navçeya Zaxo ya Dihokê li dijî derbasbûna TIR'ên ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tên çalakî li dar xistibûn. Di çalakiyan de 11 kes birîndar bûn. Rojnameger Ehmed Zaxoyî hate binçavkirin.   Li navçeya Zaxo ya Dihokê şevê din welatiyan Zaxo li dijî biryara ku rê dide şofêr û barhilgir (TIR-kamyon) li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî Herêma Kurdistanê bibin çalakî li dar xistin. Li gorî Ajansa Rojnewsê, hêzên asayîşê bi armanca belavkirina girseyê gule li ser xwepêşanderan re reşandin. Bi darên elektronîk êrişî xwepêşanderan kirin. Li gorî agahiyên nû di xwepêşandanê de 11 xwepêşandan birîndar bûne. Rojnameger Ehmed Zaxoyî hate binçavkirin.   Hikûmeta Tirkiyeyê  ji ber vîrûsa corona biryar girtibû ku TIR û kamyonên Tirkiye rasterast nekevin Herêma Kurdistanê. Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl barên xwe radestî şofêrên Herêma Kurdistanê bikin û bi riya wan bigihînin bazarê û cihê wan. Piraniya wan şofêrên ku bar dibin bajarên din Herêma Kurdistanê xelkê Zaxo bûn. Piştî berî çend rojan biryar hate dayîn ku şofêrên Tirkiyeyê rasterast derbasî Herêma Kurdistanê bibin û destûr nedan şofên Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin gel bertekên xwe anîn ziman.