Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin 2020-08-20 12:56:24 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji bo 98 serlêdanên parêzeran bersiv nehat dayîn.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 mehan di navbera 2’ê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin.