HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin 2020-08-20 13:51:12 STENBOL – Komîsyona Edaletê ya HDK’ê, derbarê komkujiya Dîlokê piranî jê zarok bi giştî 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku kesên çavê xwe ji komkujiyê re girtin bên darizandin.   Komîsyona Edaletê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi munasebeta 4’emîn salvegera komkujî Dîlokê ku DAIŞ’ê di 20’ê tebaxa 2016’an de li dijî dewetekê pêk anî û 56 kesan têde jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya Dîlokê jî berdewam komkujiyên Amed û Enqereyê ye.   POLÎTÎYA BÊCEZAHIŞTINÊ DIDOME   Komîsyonê, bi bîr xist ku dewleta ku gel û zarokan neparastiye, ji bo ewlehiyê doza komkujiyê ji Dîlokê biriye Kayseriyê û ev nirxandin kir: “Polîtîkaya bêcezahiştinê di doza komkujiya dîlokê de jî didome. Wekî doza Enqere û Pirsûsê kesên piştgirî dane DAIŞ’ê, çavê xwe ji komkujiyê re girtin û bergirî negirtine nayên aşkerakirin û dernaxin holê. Li gel ku bi hezaran girtiyen nexweş nayên berdan, DAIŞ’iyek ku di vê dozê de tê darizandin bi angaşta nexweşiyê hat berdan.”    DAXWAZA EDALETÊ   Di daxuyaniyê de hat xwestin ku faîlên komkujiyê bên darizandin, kesên çav ji komkujiyê re girtine û bergirî negirtine derkevin pêşberî dadgehê. Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza edaletê hat kirin qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn.