Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e 2020-08-20 14:16:39 ŞIRNEX  - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Cizîrê bang li hikumet û muxalefetê kir û got: “Hûn nikarin pirsgirêka kurd bi şer û çekan çareser bikin. Di dinyadê mînaka vê nîne. Navnîşana çareserkirina vê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e.”    Qonaxa sêyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê li Şirnexê didome. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya bi wan re çûn Cizîrê û di têketina navçeyê de li Katranê hatin pêşwazîkirin. Şande çû avahiya rêxistina HDP’ê û li vir civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber, wekîl û hevşaredarên HDP’yî beşdarî civînê bûn. Ewilî Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya ŞirnexêSabûha Akdag axivî û spasiya beşdaran kir.    ‘ŞÊRÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ TÊ BIRÊVEBIRIN’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û got: “Êriş li ser sazî û dezgeh, gel û partiya me û paradîgmaya me hene. Em li serê gengeşe dikin em ê çawa li dijî van êrişan bisekinin. Em dixwazin van nîqaş bikin. Em ê heta 1’ê Îlonê li qadan û cem gelê xwe bin. Li herêmê Şêrê Sêyemîn yê Cîhanê diqewime. Ev şer ji aliyê dewletên serwer ve tê birêvebirin. Birêz Abdullah Ocalan diyar dike ku ev şer di nava pergala kapîtalîst û pergala demokratîk de diqewime. Ji bo vê yekê jî hêzên diktatör û rêveberiyên faşîst jî ji bo teşeyên xwe rewa bikin van êrişan didomînin. Li aliyê din jî gelên cîhanê li dijî vê pergalê û zilmê serî rakiriye û li her deverê bi pêşengiya jinan têkoşînê dikin.”    ‘PARADÎGMAYA OCALAN HÊVÎ YE’    Aydenîz destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn ku di nava şer de ne rizgariyê nîşan dide û got: “Ev paradîgma û pergala demokratîk di serî de ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyê dibe model. Lê ev hêzên faşîst ji bo berjwendiyên xwe dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin. Li dijî modela nû ya Rojavayê Kurdistanê êriş bênavber pêk tên. Ev êriş li dijî tunekirina paradîgmaya Ocalan in. Ji ber vê yekê jî divê li dijî van êrişan gelê kurd têkoşîna xwe bike yek û êrişan rawestîne.”    ‘DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’    Aydenîz da zanîn ku li dijî van êrişên ser gelê kurd yekîtiya gelê kurd gelek girîng e û got: “Gelê kurd dixwaze li Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike. Çi dibe bila bibe divê yekîtiya kurdan pêk were.”    OZTURK: RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE    Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û di destpêkê de Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin bi bîr anî. Ozturk destnîşan kir ku Tirkiye li ser faşîzmê hatiye sazkirin û wiha got: “Ev bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Divê em li wê yekê binêrin ku em ê çawa li dijî van derkevin. Kurdistan hemû bi sekna Cizîra Botan dizane. Em ê bersiva pêwîst bidin wan kesên dibêjin ‘hûn tune ne.’ Li her deverê Kurdistanê hêzên dagirker êrişî kurdan dikin û xwe di êrişan de dikin yek. Divê em jî li dijî êrişan bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin.”    Ozturk anî ziman ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe li Tirkiyê tu pirsgirêk dê çareser nebin û got: “Em bang li hikumet û muxalefetê dikin. Hûn nikarin pirsgirêka kurd bi şer û çekan çareser bikin. Di dinyadê mînaka vê nîne. Navnîşana çareserkirina vê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e.”    Piştî axaftinan civînê bi nêrîn, pêşniyazî û pirsan dewam kir.