Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da 2020-08-20 15:58:51   ENQERE - Yek ji rojnamegerên li Tirkiyeyê dihat nasîn Varlik Ozmenek, di 77 saliya de, jiyana xwe ji dest da. Ozmenek ê di çapemeniya kurd de jî, ked da bû ev demek bû tedawî didît.     Yek ji rojnamegerên li Tirkiyeyê dihat nasîn Varlik Ozmenek, li Enqerê jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), derbarê wefata Ozmenek de, daxuyanî da û wiha got: “Endamê me yê Lijneya Rêveberiya Giştî, Varlîk Ozmenek ku ev demek bû dihat dermankirin li Enqerê  jiyana xwe ji dest da. Em di serî de li malbat, xizim, cıvata ÇGD’ê û dostên wî re sersaxiyê dixwazin.”    Ozmenek 50 salan di çapemeniyê de xebitî û ked da.