Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine 2020-08-20 21:54:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 412 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 412 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 254 hezar û 520 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 58.