ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-21 09:00:11   * Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ji malbatekê 3 kes (2 bira û kurekî wan) di manzela A-31'ê de girtî ne. Dadgehê li her yekî 6 sal û 3 meh ceza birî ye. Di ziyareta dawî de dema Dayika Nihat Ozek û Hevjîna Arafat Ozek hatin ziyareta girtiyan, gardiyan bi gotina "Dayik ne ziyaretvana te ye" destûr neda ku dayik Hulya Ozek kurê xwe Nihat Ozek ziyaret bike.    * Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, helwesta îqtidarê ya di polîtîkaya navxweyî û derveyî de wekî "telaş û bêçaretiyê" nirxand û vê serdemê şiband "arefeya welidandina bisancû" û got: "Ji bo ji vê welidandina bisancû demokrasî derkeve, firsendeke dîrokî heye."   * Ji ber pêldariya di kûra dowizî de, perçeyên wesayîtan pir biha bûne. Esnafan, anîn ziman ku ji ber ku fiyetê perçeyên yêdek ji sedî 300 biha bûne êdî nikarin tu karî jî bikin.    * Heyeta KCD û DBP'ê dê bi hişyariya "Em bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hêz bibin" dê li Şirnexê bi gel re bên cem hev. (10.00-17.00)   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, dê rapora binpêkirina mafên jinan a 7 mehên dawî li avahiya HDP'ê ya Amedê bi raya giştî re aşkere bike. (12.00)    * Şaxa SES'ê ya Rihayê dê têkildarî rewşa xizmetkarên tenduristiyê û binpêkirina mafan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê di çarçoveya 3'emîn pêngava Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP'ê de li Navçeya Bazîd a Agiriyê bi gel re bê cem hev. (13.00-15.00)   * Odeya Tabîban a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser pirsgirêkên hekîman dê li Cagaloglu ya Fatîhê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî dê ji bo Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)