Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye 2020-08-21 09:00:27   WAN - Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ji malbatekê 3 kes (2 bira û kurekî wan) di manzela A-31'ê de girtî ne. Dadgehê li her yekî 6 sal û 3 meh ceza birî ye. Di ziyareta dawî de dema Dayika Nihat Ozek û Hevjîna Arafat Ozek hatin ziyareta girtiyan, gardiyan bi gotina "Dayik ne ziyaretvana te ye" destûr neda ku dayik Hulya Ozek kurê xwe Nihat Ozek ziyaret bike.    Zext û tundiya li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Dema gardiyan û rayedarên girtîgehê zextan li ser girtiyan zêde dike mînakên pir trajedîk û binpêkirinên li dijî hiqûqê derdikevin holê. Yek ji vê mînakê jî rewşa girtiyên ji malbata Ozek a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye. Rojnameger Nedîm Turfent ku li menzela tenişta 3 girtiyên xizmên hev ên ji malbata Ozek e, li ser çîrok û rastiya wan nûçeyek çêkir. Nûçeya Nedîm Turfent wiha ye:    DÎWAREK Û MALBATEK    Ji roja ku xaka kurdan ji aliyê hêzên dagirker û bişafker ve parî bi parî hatiye dabeşkirin, heta vê sedsalê, darê zordestiyê û zilmê tu carî ji van deran dur neketiye. Bi taybetî jiyana welatiyên ku li ser sînorên hişk dijîn, ne tenê ji bo nûçeyekê, lê nemaze ji bo romaneke serkaniyeke bêhemna ye. Çawa ku jingeha wan a li ber qetandinê bi sepanên wekî meşext koçber û koçber kirin, gund vala kirin, dîlgirtinê ve malbatê jî perçe perçe kirine. Malbata Ozek ji van malbatana ku ji salên 90 ve li gel hemû pêkutiyan çong nedanîye û dibe ku ji ber vê sedemê zindan bûye mala wan a duyemîn.    XALA HEVBIRÎNÊ: A-31   Anaha ji vê malbata Colemêrgî, Nîhat Ozek (27) Bavê wî Arafat Ozek (68) û Apê wî Abdulkerim Ozek (57) girtî ne, di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê menzela 3 kesî A-31'an de ten girtin. Her 3 jî beriya niha careke din ji hatibûn girtin û di girtigehên Colemêrg, Wan, Mûş û Gîresûnê de mane. Di pêvajoya darizandinê de, ji her yekî re 6 sal û 3 meh ceza tê birîn û serbest tên berdan. Piştî ku cezayê wan hatin erêkirin, Nihat 2017, Herdu burayên temen mezin Arafat û Abdulkerim jî rêşemiya 2018'an dîsa tên girtin û di minzela A-31'an de digihişin hevdû. Her çiqas, cara yekemîn  di dîrok û dosyayên cuda de hatibin girtin jî rêya wan li vir hevbir (gihişt hev).    JI GUZAŞERÊ HETA WARGEHA MEXMÛRÊ   di sala 1995'an de Gundê wan ê bi navê Guzereş (Girêdayî Colemêrgê) tê valakirin û Endamên Malbatê mecbûr dimînin ku koçî Colemêrgê, navçeyên Gever û Çelê, bajarê Wanê û Wargeha Mexmûrê bikin. Dema ji gund tên derxistin, mal û xanî ax û zeviyên wan bê xwedî dimînin. Malbatên Arafat û Abdulkerîm jî berê xwe didin Navenda Colemêrgê. Ji 8 xuşk û birayên wan 6 kes di demên cuda de girtî mane. Di sala 2012'an de Arafat bi kurê xwe Nîhat re di Zindana Mûşê de dimîne. Dema malbata wan tê hevdîtina wan, di ketina Mûşê de qezaya trafikê derbas dikin. Di vê qezayê de brayên Arataf Mustafa û Heci birîndar dibin û birazyê wî Mehmet jî jiyana xwe ji dest dide.    'EM HEVALÊN HEV IN'   Min bi nîşeyekê ve diwar û têlên direhî derbas kir û ji Arafat pirs kir. "Tu bi kur û birayê xwe re di heman menzelê de dimîne, gelo jiyan û têkiliyên we çawa ne?"  Wî jî bi heman rêbazê ve bersîv şand: "Dema ku mirov li cîhanê dihere, ne pêkan e ku mirov minaken wisa bi hêsanî bibîne. Lê, îro rasteqîna civaka Kurd ev e. Zindan in. Heya ku em hemû bi destê hevdu negirin, yekîtiya xwe neafirînin, ne xaka me, ne jî zimanê me azad nabe. Ê ca, ger ku em li xwe binerin, têkiliyên me, têkiliyên rêhevaltiyê ne. Em hevalên hev in. Axaftin û parvekirinên me jî bi vî awahî ne. Nêzikatiyekî germ, heye û sînorê hezdarî û sohmeta me nîne." Ji xwe di gazikirina hevdû de bi gelekberî peyva 'Heval'î bikar tinin.    TANSIYON, ASTIM, GUARTIN Û GELEK NEXWEŞIYÊN DIN...    Nîhat destnîşan dike ku di kar û paqijiyê de bav û apê wî pir çalak, aktif û jêhatîne û didome: "Ez dikim û nakim timî alîkariya min dikin. Ew destûr nadin ku ez cilên wan bişom, lê ez ji destûr nadim wan ku firax û amanan bişon. Dema em bi hevalên kêlekê re diçin werzîşê, bav û apê min, xwe dûr naxin û bi qasî hêz û heza xwe ve tev li maşê dibin." Hêjayî gotinê ye ku Arafat xwediyê nexwiyên wekî tansiyon, astim, bêhntengî û guatira bi jahr e. Li gel van nexweşiyan dest ji dengêbiya xwe bernedaye û carna ji bo hevalên xwe kilaman distrê0.    Şaşwazîtiya psîkologê    Par Nihat jî, li gel hezaran girtiyan ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û 87 rojan di greê de mabû. Li van rojan carekê psîkologa girtîgehê menzela wan û ji Nîhat dipirse: "Ev çalakî ji bo tenduristiya te xeternak e. Divê tu baş bifire! Gelo haya malbata te pê heye? Ew bizanibin dê çi bertek bidin?"    Nîhat Arafat û Abdulkerim Kerîm, herse bi hevre dikenin, Pskolog jî sedema kenê dipirse. Nîhat bav û apê xwe nîşanî wê dide û dibêje "Ji wan bi xwe bipirse, rêzdar Psikolog. Ev bavê min e, ev jî apê min e," Psîkolog şaşwazî dibe û Arafat berdewam dike. "Min jî gelek dixwest ku Ez tevlîbibim. Lê mixabin ji ber nexweşî û temenê min destûr nedan." Psîkolog heyrî dimîne, dikene û diçe.    'DAYIKA TE NE SERDÊRÊ TE YE!'    Her sê bi hevre derdikevin heman salona hevdîtinê, bi giştî bav û kur li ser eynî maseyê Abdulkerîm jî li ser maseya kêlekê serdêrên xwe pêşwazî dikin. Nîhat diyar dike ku par carekê dîsa diçin hevdîtnê û didome: "Apê min li kêlekê, li cem serdêrên xwe bû. Dayika min Hayat wekî serdêrê (ziyaretvan) bavê min, û birayê min jî wekî serdêrê min dikeve hundir. Em ê dîsa bi herve rûniştana, lê gardiyanekî destur neda. Got, dayika te ne serdêra te ye! Sêrdera bavê te ye. Ji bo te qedexe ye! Lê bi gelemberî vê yekê nakin û em bi hevre rûdinên."    Jiyana wan a girtî û hevaltiya wan a 31'an dê heya demekî din jî bidome. Arafat di 7'ê Adara 2021'an, Nîhat 19'ê Gulana 2021'an û Abdulkerim jî 20'ê rêbendana 2022'an tahliye dibe. Cezayê Nîhat û Arafat ketiye bin salekê û serî li serbestiya bi veneran dane. Lê heta niha tu bersîvên erênî nehatiye dayîn.    MA / Nedîm Turfent - Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê