Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin 2020-08-21 11:40:00 ÇEWLÎG - Hat îdîakirin ku Miftiyê Navçeya Kanîreşê Îsa Demîrkaynak, promosyona hezar û 200 TL a di hesabên bankeyên 77 melayên navçeyê de hat razandin, bi gefa sîrgûnê û dibin navê “bexşînê” ji wan stand û ji bo xwe wesayîta meqam kirî. Miftîtiya Bajarê Çewlîgê li ser bertekên melayan, derbarê Demîrkaynak de dest bi lêpirsînê kir.    Hat îdîakirin ku Miftiyê navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê Îsa Demîrkaynak, di rojên dawî de, bi gefan pere ji melayên navçeyê kom kiriye û bi vî pereyî wesayîta meqam ji bo xwe kiriye.    Li gorî îdîayan, Miftiyê Navçeyê Demîrkaynak, di meha Nîsanê de li ser koma Whatsappê peyam ji melayên li navçeyê dixebitin re şandiye û ji wan xwestiye ku promosyona hezar û 200 TL a di hesabên bankeyên wan de, ji bo hesabê wî bên razandin da ku wesayîta meqam ji bo xwe bikire.   MELA BI SÎRGÛNKIRINÊ TEHDÎT KIRIN   Dîsa li gorî îdîayan, Demîrkaynak, li melayên nexwestine ku pereyê promosyona xwe ji hesabên wî bişînin, gefa sîrgûnkirinê xwariye û heqaret li wan kiriye.    Miftiyê ku li navçeyê ji 77 melayan bi giştî 92 hezar û 400 TL kom dike, li ser berteka melayên din dîsa di koma Whatsappê de ji meleyan re peyamekê dişîne.      Miftî Demîrkaynak di peyama dişîne de wiha dibêje: “Xoceyên min ên hêja. Ez ji bo kirîna wesayîtê, hemû meleyan ku bexşîn kirine û yên ne kirine spas dikim. Me dest ji kirîna wesayetî berda. Bexşîna we kiribû, em ê ji bo mizgeftên pêdiviyên wan heyî bi kar bînin.”   Lê ligel vê yekê jî, miftî dest ji kirîna erebeya meqam berneda û bi erebeya nû ya kirî poz da.     LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN   Miftiyê Bajêr ê Çewlîgê, li ser bertekên zêde û giliyê hatin kirin, derbarê mijarê de, dest bi lêpirsînê kir.    MA / Arjîn Dîlek Oncel