Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye 2020-08-22 09:03:20   STENBOL - Siyasetmedar-akademîsyen Nesrîn Nas, anî ziman ku îqtidar gotinên Namzetê Serokatiya DYA'yê Bîden ku 8 meh berê gotibûn niha tîne rojevê û bi vî awayî dixwaze di ser van gotinan re çîrokeke lehengiyê biafirîne. Nas got: "Ev nîşaneyan bêçaretiyê ye."    Namzeetê Serokatiya DYA'yê Joe Bîden, 8 meh berê gotibû, "Divê em piştgiriyê bidin muxalefetê da ku karibe Erdogan têkbişikîne." Îqtidarê 8 meh şûnde cardin ev gotin xistin rojevê. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo van gotinan got "ev darbekarî ye û Joe Bîden aqilê CHP'ê ye." Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê ya berê Dr. Nesrîn Nas vann gotinên ku cardin ketine rojeva Tirkiyeyê nirxandin.   GOTINÊN BÎDEN   Nas, diyar kir ku divê mirov ji du aliyan ve li van gotinên Bîden ên 8 meh şûnde cardin ketin rojevê binirxîne. Nas got: "Yek, heger ev hevpeyvîna 8 meh berê ji ber çavan çûbe, nexwe Balyozê Washîngtonê, Wezîrê Karên Derve û Serokê Ragihandinê peywira xwe bi cih neanîne. Heger peywira xw ebi xih anîbin, nexwe divê rûnên û cardin bifikirin. Ya dudoyan, bawer nakim ku ev ji ber çavan çûbe. Lê 8 meh berê li DYA'yê der barê Tirkiyeyê de rojeveke biheraret hebû, di kongreyê de der barê Tirkiyeyê de bertekên tund hebûn, nîqaşên ku dê Tirkiye ji nav projeya F-35'an bê derxistin û mueyîdeyên CAATSA'yê bên kirin hebûn. Û em baş dizani ku Tirkiye bi awayekî tund hatibû şermezarkrin."   Nas, bibîr xist ku gava ev roportaj hatiye kirin Bîden namzetê demokratan bûye û got, Bîden pirsên der barê Tirkiyeyê de bi awayekî maqûl bersivandiye. Nas got: "Ji ber ku gotinên Bîden di toneke emperyal de bûn bîrbiriyeke cuda hatiye afirandin, lê bertek nehatiye nîşandan, lê radibin 8 meh şûnde dixin rojevê. Ev yek nîşaneya bêçaretiyê ye." Nas, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze di ser polîtîkaya derveyî re çîrokeke lehengiyê biafirîne û got, "Dibêjin, 'Lîderê ku meydanê ji cîhanê re dixwaze, aha Erdogan eyarek da hemûyan.' Îqtidar dixwaze bi vî awayî polîtîkaya derve bi kar bîne."    Türkiye’nin Trump’a çok ciddi yatırımların yaptığını sözlerine ekleyen Nas, Trump’ın da bunu zaman zaman dile getirdiğini belirtti. Trump’ın “Ülke liderleri beni arayıp Erdoğan ile konuşmamı istiyorlar. Çünkü Erdoğan’ın sadece benim sözümü dinlediğini söylüyorlar” sözlerini hatırlatan Nas, “Trump’un sözünden çıkmayan bir Türkiye Cumhurbaşkanının durumu da hoş bir şey olmasa gerek. Ama Demokrat parti iktidarları Türkiye açısından hep sıkıntılı olmuştur. Çünkü Demokrat Parti’nin öncelikleri daha çok demokrasi ve insan hakları meselesidir. Türkiye de bu konularda maalesef çok zayıf. O yüzden Türkiye demokratlarla hep sorun yaşamıştır” diye konuştu.   'GELO SERDEMEKE BÊ HILBIJARTIN DEST PÊ DIKE?'    Nas, destnîşan kir ku partiyên muxalefetê bertek nîşanî hêla emperyal a axaftina Bîden û got: "Îqtidar, gava dixwaze muxalefetê asêd ike û çi bixwaze biw an dide kirin. Di vir de tam jî îşaret bi pirsgirêka muxalefetê dike. Di vir de muxalefet dikare ji îqtidarê bibêje, 'Çima meseleya heft meberê niha tînî dixî rojevê?' Di vir de tiştekî pir talûke heye. Behs ahilbijartinê, bi rêya hilbijartinê tê kirin. Heger têkşikandina bi hilbijartinê darbe be, nexwe demek şûnde dê daxwaza ji bo hilbijartinê jî wekî darbeyê esas bê girtin. Qey em ber bi serdemeke bê hilbiajrtin ve diçin?" Nas, anî ziman ku tişta divê muxalefet bipirs e ev e û got, çima tiştekî bi rêya hilbijartinê li zora îqtidareke demokratîk biçe?"