27 sal in agahî jê nayê girtin 2020-08-22 11:53:37 AMED – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê vê hefteyê jî li aqûbeta Aydin Ay ê di sala 1993’yan de ji bo cixarê bistîne ji malê derket û ji 4 aliyê kesên cilên sivîl li wan hat revandin pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 602’yemîn de çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser înternetê bi belavkirina vîdeoyekê li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Rêveberê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Êlihê ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de ji bo cixarê bistîne ji malê derket û carek din agahî jê nehat wergirtin hat pirsîn.    27 SAL IN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN    Sekrtera Şaxa ÎHD’a Amedê Yuksel Aslan Acer daxuyanî xwend û qala serpêhatiya windakirina Aydin Ay kir. Acer diyar kir ku Aydin Ay di 10’ê tîrmeha 1993’yan de saet li derdora 20.00-21.00’an ji mala xwe ya li Taxa 19 Mayisê derketiye ku cixarê bikire û ji aliyê 4 kesên cilên sivîl yên nasnameya wan ne diyar ve bi darê zorê hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye wergirtin. Acer anî ziman ku 27 sal in li gel hemû lêgerîn û hewldanên malbatê agahî ji Aydin nehatiye wergirtin û hemû serlêdanên hiqûqî û fermî bêbersiv û bêencam mane.