Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî 2020-08-22 14:41:21   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan aqûbeta Mehmet Selîm Açar ê 26 sal berê li Amedê ji aliyê kesên xwe wekî polîs nas kirin ve hat revandin û windakirin pirsîn.    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li pêş Sumer Bank a Navçeya Konakê ya Îzmirê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê aqûbeta Mehmet Selîm Açar ê di 20'ê tebaxa 1994'an de li Amedê ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan naskirin û revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.    Li ser navê windayan Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek daxuyanî xwend û wiha got: "Mehmet Selîm Açar ê 31 salî li Gundê Ambarê yê Navçeya Bismila Amedê dema çotkar bû di 20'ê tebaxa 1994'an de li gel Kurê xwe yê 13 salî bi maşîna Torosê ew revandin. Kesên çekdar û xwe wekî polîsan nîşan dan, Acar li maşîna toros suyar kirin û revandin. Malbatê serî li Serokomarî, Wezareta Karên Hundir, Serokatiya Mafên Mirovan, û hemû rêxistinên fermî dan. Malbata Acar serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê dan û diyar kirin ku ji revandina Mehmet Selîm Acar Fermandarê Tabûra  Komando ya Bismilê Îzzet Cural û peyvirdarê cendirmeyan Ahmet Babayigit berpirsiyar e û der barê wan de serlêdana sûc kirin. Lê lijneya Îdarê ya Bajar di 23'ê Çileya 1997'an de biryar da ku lêpirsîn û darizandin neyê kirin. Malbatê li ser vê yekê doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewpora (DMME). DMME'ê di 8'ê Nîsana 2004'an de Tirkiye ji ber windakirina Mehmet Salim Acar mahkum kir."    Çiçek, anî ziman ku heta dewlet berpirsiyariya xwe qebûl neke, gavên çareseriyê navêje û heta winda neyên dîtin û kujer neyên darizandin dê têkoşîn û çalakiya xwe berdewam bike.