Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun 2020-08-22 21:26:27   ÎZMÎR – Heyeta KCD, HDK û DBP'ê li Îzmîrê xebatên xwe yên pêwendîdanîna bi nûnerên saziyê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re didomîne. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di seredana îro de bal kişand ser peyamên Davûtoglû û Babacan ên der barê gelê kurd de û ji bo peyama wan got: "Kesên Palnên Rûxandinê kirin bixwe dirûxin."    Heyeta KCD, HDK û DBP'ê îro jî di çarçoveya asta sêyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratîjk a HDP'ê de li Îzmîrê seredana rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî kir. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û parlementerên HDP'ê Pero Dundar, Necdet Îpekyuz, Mûsa Pîroglû û Gulîstan Koçyîgît çûn navçeya Bayrakliyê û bi gel re rûniştin.    Di hevdîtina li Green Gardenê ya Bayrakliyê e pankarta li ser "Li Dijî Şer Aştî, Li Dijî Tecrîdê Azadî" nivîsandî hat daliqandin. Nûnerên partiyên çepgir û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de Dayikên Aştiyê jî tev li hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de ewilî Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgul axivî.   BAYINDIR: RONAHIYA ROJAVAYÊ LI CÎHANÊ BELAV DIBE    Piştî axaftina destpêkê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bi kurdî axivî. Bayindir, destnîşan kir ku li çar aliyên cîhanê li hemberî kurdan şerekî qirêj heye û got: "Şoreşa jinê ya li Rojavayê, li Rojhilata Navîn hêvî ye û rêya kesên azadîxwaz vedike. Tirkiye, ji bo vê ronahiyê tarî bike bi her awayî êrîş dike. Lê belê em li çar perçeyên Kurdistanê li dijî van polîtîkayên qirêj xwedî azmûn in."    ŞENOGLÛ: EM Ê DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN    Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû jî got: "Niha îqtidareke xwedî feraseteke faşîst welêt bi rê ve dibe. Hêzên ked û demokrasiyê jî bi têkoşîna xwe ya li dijî vê tarîtiyê teslîmî vê rejîmê nabin. Ocalan gotibû, 'Divê em bibin yekhêz.' Belê divê em bihêz bin. Em mecbûr in civakê bihêz bikin. Ji lewra xwediyên vê pergalê dixwazin civaka hêzdar ji holê rakin. Em mecbûr in li her deverî jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Em ê demokrasiyê ava bikin. Em ê ji dewletê hêvî nekin. Jixwe fîkriyata HDK'ê jî li ser vî asasî afiriye."    GUVEN: ZILM HEBE BERXWEDÊR JÎ HENE    Piştî Şenoglû Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî axivî. Guven, destnîşan kir ku heger li welatekî nelirêtî, betalî û zilm hebe ev yek sîrayetî her derê welêt dike. Guven, anî ziman ku lê belê li cihê ku zilm lê hebe, li wir berxwedêr jî hene. Guven, destnîşan kir ku divê îro dengê berxwedêran zêdetir derkeve.    Her wiha Guven, ji bo peyamên Davûtoglû û Babacan ên der barê gelê kur de jî got: "Evan kesan Palnên Rûxandinê kirin. Tevî cemaetê gotin 'Heger em kurdan bikujin, dê bi navê kurdan tiştek nemîne.' Lê vê yekê ji bîr kirin ku êdî tu tişt ne wekî berê ye. Kurd ne kurdên berê ne. Lewma kesên PlanêN Rûxandinê kirin niha bixwe dirûxin."    ‘OCALAN JI BO PIRSGIRÊKA KURD ŞENSEK E'    Herî dawî Guven bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ji felsefeya Birêz Ocalan ditirsin. Paradîgmaya ku Ocalan berpêş dike paradîgmayeke pir xurt e. Lewma tecrîdê pêk tînin. PIştî çalakiya me ya li dijî tecrîdê cardin hevdîtin dest pê kirin. Ocalan, di çareserkirina pirgirêka kurd de şensekî mezin e. Vê firsendê ji dest xwe bernedin. Heger hûn di vî warî de gavina bavêjin, dê Tirkiye, aştî û demokrasî bi ser bikeve."